Balafirên artêşa Tirk hinek gundên Amêdiyê bomberdûman kirin
Balafirên şer ên artêşa Tirk hinek gundên navçeya Amêdiyê ya Dihok a girêdayî Başûrê Kurdistanê bomberdûman kirin.
Balafirên şer ên artêşa Tirk hinek gundên navçeya Amêdiyê ya Dihok a girêdayî Başûrê Kurdistanê bomberdûman kirin.
Balafirên şer ên artêşa Tirk, li dijî Başûrê Kurdistanê êrîşek lidar xistin. Li gorî agahiyên çavkaniyên ji herêmê, hinek gundên navçeya Amêdiyê ji aliyê balafiran ve hatine bomberdûmankirin.
Bi êrîşa balafiran ve artêşa Tirk a li ser xeta sînor jî herêm dan ber topan.
3’ê Gulanê di encama bomberdûmana balafirên şar ên artêşa Tirk de Kurdistaniyek hatibû qetilkirin, ye Kurdistaniyek jî birîndar bibû.