Newroz li navçeya Tetwan a Bedlîsê li Qada Fûarê hate pîrozkirin.
Di pîrozbahiyê de ku bi dirûşmên "Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk" û "Civaka Demokratîk a ji bo Azadiyê" hate lidarxistin, kincên neteweyî bal kişandin.
Di pîrozbahiyê de tim û tim dirûşmên ji bo Rêber Apo hatin qîrîn.
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan li pîrozbahiyê axivî û anî ziman ku Newroza 2025'an ji ber banga dîrokî ya Rêber Apo ya 27'ê Sibatê gelekî girîng e.
GAVÊN KU BERSIVÊ BIDIN DAXWAZÊN GELÊ KURD DIVÊ BÊNE AVÊTIN
Bakirhan got, "Birêz Ocalan bi vê bangê re weke ku Kawayê Hesinkar kr, weke ku Mazlûm bi 3 derbikên niftikê kir, pêşiya Kurdan û gelên Rojhilata Navîn ronî dike."
Bakirhan anî ziman ku ev bang ne tenê ji bo gelê Kurd wê ji bo gelên Tirkiyeyê destketiyan biafirîne û bang li dewletê kir ku bi 'samîmî' û 'cidiyetê' bangê binirxîne. Bakirhan got, "Divê desthilatdarî û dewlet pêwîstiyên vê bangê bi cih bînin. Banga Birêz Ocalan bangeke ji rêzê nîne, Birêz Ocalan starteke nû da destpêkirin. Dem ew dem e ku rastî û destketiyên Kurdan veguherin gavên demokratîk."
Bakirhan got, "Eger ev banga ku hikumet û desthilatdarî li bendê bû hate kirin, wê demê divê gavên welê biavêjin ku bersivê bidin daxwazên demokratîk ên gelê Kurd. Divê pêwîstiya vê yekê bikin."