Bahoz Erdal: Em amade ne ku bi PDK’ê re diyalogê bikin

Endamê Fermandarıya Biryargeha Navendî Bahoz Erdal bang li hêzên pêşmerge kir û di şereke gengaz de wê di berjewendiyên AKP-MHP’ê de be û got: ‘Bi lîstikan nexapin’. Erdal anî ziman ku ji diyalogê re amade ne.

Endamê Rêveberiya Biryargeha Navenda Fermandariya NPG’ê Bahoz Erdal ji Radyoya Dengê
Welat re axivî û diyar kir ku ligel hemû hişyariyan hêzên pêşmergeyan bi çekên giran ketin herêma gerîla û ev yek bû sedema şer.

Erdal, anî ziman ku ew tu caran naxwazin li hemberê ti hêzên Kurd şer bikin û bang li fermandarên pêşmergeyan kir ku neyên van lêstik ên ku dixwazin wan bînin beranberê gerîlayên ku bi wan re di çeperên şer ên li dijî DAÎŞ’ê re şer kirin e.

Endamê Rêveberiya Biryargeha Navendî ya Navenda Parastina Gel (NPG) Bahoz Erdal ji Radyoya Dengê Welat re axivî. Erdal, pirsên derbarê çalakiyên gerîlayan ên li Bakurê Kurdistanê, Heftanîn û tevahî herêma Behdînanê, her wiha bicihkirina hêzên pêşmergeyên Gulan, Roj ên li herêma Garê ku bû sedema alozî û şer bersivand.

Erdal, diyar kir ku di heyama payîzê de ji aliyekê ve êrîşên dagirkerî yên dijmin zêde bûn û ji aliyê din ve jî çalakiyên gerîla yên xûrt pêş ketin. Erdal, anî ziman ku di vê şerî de hin fermandarên wan ên hêja şehîd ketine û ev nirxandin kir: “Bi rastî êrîşên dagirkerî yên dijminên faşist ên li Kurdistanê ne normal in. Hemû hêzên xwe yên îstîxbaratî, teknîkî, kontrayî û leşkerî xistiye dewrê. Bi vê teknîkê re jî pir hêvî girêdan e. Lê di van mehên payîzê de jî gerîlayên Kurdistanê careke din îrade û hêza berxwedaniyê bi awayek xûrt nîşan da. Bi vê jî nîşanê dijmin da ku van hêviyên dijmin, van propagandayên şerê taybet mahkûm in bin bikevin, mahkûm in ku vala derbikevin. Bi taybet li herema Serhedê ji meha Cotmehê û pêve bi hezaran leşker û kontra artêşa Tirk derketin operasyonê lê gerîlayên me karibûn van operasyonan bê encam bihêlin, karibûn derbeyên giran li wan bixin. Dijmin hin windayiyên xwe qebul kirin lê windayiyên wan pir zêde bûn. Bersiva propagandaya şerê taybet a dijmin a herî xurt di van mehên dawî de li herêma Serhedê hate dayîn. Bi vê boneyê em hemû gerîlayên herêma Serhedê û hemû gerîlayên Kurdistanê berxwedaniya wan silav dikin. Em van biryariya wan, jêhatiya wan, lêdana wan a dijmin pîroz dikin û em dibêjin; destê wan sax be.”

‘FEDEKARIYA FERMANDARÊN GERÎLA BÛ DERSEK JI DIJMIN RE’

Erdal, anî ziman ku ne tenê li herêma Serhedê li tevahiya heremên Bakurê Kurdistanê berxwedaniya gerîla çêbûye û wek mînak jî Fermandar Egît Cîviyan piştî derbeyek mezin li dijmin da, kordîneya operasyonê îmha kir bi lehengî gihişt şehadetê nîşan da. Erdal, destnîşan kir ku ev berxwedaniya fermandar û şervanên gerîlayên azadiyê jî dersek bû ji bo dijmin û wiha got: “ Fermandarên me bi ruhekê fedekarî di çepera herî pêş de şer dikin. Di vê şerî de em şehîd da, wek e fermandarên me li Botanê Egît Civiyan, her wiha yên li Dêrsimê hate jiyîn, ev hemû weke dersek didin dijmin. Ev jî dide nîşandan ku hemû hewildan û êrîşên dijmin wê bê encam bimînin. Berxwedanî bi şehadeta van hevalan re mezin dibe. Hêviya azadiya gelê me berdewam dike. Ji destpêka şoreşê heya niha ev wilo ye. Ji aliyekê ve ku êş dide me ji aliyê din ve jî hêviya serkeftina me mezin dike. Di dîroka berxwedaniya gerîlayê me de ev her tim wisa ye. Bi taybet di meha Cotmehê de û hemû mehên payizê berxwedaniya gerîlayên Kurdistanê yên li Bakur îsbata vê ye û ku xwedî helwestek û xwedî qudretekê şer a ku dihêle dijmin bin dixe û hemû hewildanên êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk pûç bike, bi vê re jî hêviya azadiya gelê Kurd û Kurdistanê mezin dike. Ji bo vê jî dibe ku ev şer di meha zivistanê de jî berdewam bike. Dijmin çiqas di şer de îmhayê israr bike, wê gerîlayên Kurdistanê jî di hunera şer de xwe kûr bike û her carê dijminê xwe şaş bike.”

‘PÊŞMERGE BI ŞEKÊ GIRAN BI AWAYEK OPERASYONEL HATIN HERÊMÊN GERÎLA’

Endamê Biryargeha Navenda Fermandariya NPG’ê Erdal, têkildarê mijara hatina hêzên Gulan û Roj ku girêdayê Mesrûr Barzanî ya herêma Çêmankê ya Garê de ku bû sedema aloziyan de jî, diyar kir ku gerîla tu êrîşekê li cihên pêşmergeyan nekiriye. Erdal, diyar kir ku gelê Kurd hemû vê rewşa li herêma Bêhdînan qewimîn hişyarin û nîqaş dike û got: “Biryargeha Fermandariya me daxuyanî da û gerîla tu êrîşekê li cihên pêşmergeyan nekiriye. Gerîla neçûye li Zaxo an jî Duhokê êrîşê cihê pêşmergeyan an jî êrîşê cihekê ewlekariyê ya hikûmeta Herêma Kurdistanê nekiriye. Rewşek wilo nîne. Hêzên Pêşmergeyan bi çekên giran û zirxî, doçka bi awayek operasyon a êrîşê ketin heremên gerîla. Ev jî bi xwe re şer derxist. Divê di derheqê vê şer û rewşî de gelê me û rayagiştî vê rastiyê zanibe; ne rewşekê ku gerîla ji baregehên xwe derket û çû kete heremên pêşmergeyan û ketin bajaran û şer derket. Tiştek wiha tune ye. Berovajê wê hêzên pêşmergeyan bi çekên giran hatin ketin herema gerîla bi awayek operasyon û ev bûyer qewimî. Bi rastî biryargeha me di kêliya, dema agahî girt mudaxele kir. Eger mudaxele nekiribûya wê ziyanên hin girantir çêbibûya, wê windayiyên hin girantir jî çêbibûna. Lewra em li gel şer nînin. Li hemberê Kurdan sedem çi dibe bila bibe em ligel şer nînin. Li ser navê fermandariya me daxuyanî hat dayîn û em ji ber vê bûyerî xemgîn in. Ne bi xwesteka me çêbû û em xemgînin ji ber encamek wiha derket. Bi rastî jî hemû gelê Kurd jî xemgînin ji bo vê bûyerî. Ez bawer nakim Kurdek welatparêz, xwedan rûmet ji vê rewşê kêfxweş bibe. Lê bila her kes zanibe ku em ne berbirsiyarê vê bûyerî ne. Yanî hişyarî hatin kirin û heremên ku gerîla têde diyar in. Gerîla ne îro ye hatiye van herêman, vaye 36-38 salin gerîla li vê derê ye, cihê wan diyar in. Tu rabî bi çekên giran, wesayîtên hemra û bi wesayîtên zirxî werî bikevê herêma gerîla, diyare ji bo şer e, ji bo operasyonek taybet a êrîşê ye. Gerîla di cihê xwe de ye, neçûye êrîşê Duhokê an jî Zaxoyê êrîşê cihê pêşmergeyan nekiriye. Vaye ev hewildana şer a PDK’ê bû sedema bûyerek wiha.”

Erdal, destnîşan kir ku niha hin jî alozî heye û daxuyakirin ku noqteyên nû ava dikin, derdora heremên gerîla lê hene digirin û çekên giran tînin. Erdal, hişyar kir ku bi vê awayî dom bike xeteriyekê ev gengeşî vegere şer heye û wiha domand: “Ango di milekê de herêma Başurê Kurdistanê qeyranekê aborî dijî, pirsgirêkên jiyanî hene, pirsgirêkên hikumetê pir hene, meseleyên xwe yên bi Bexdayê re hene, di milekê de jî di demek wiha de ewqas hêzên pêşmerge, ewqas mesref anîna herema gerîla heye. Ev ji bo çi ye? Ev bi xwe re xeteriyekê bizivirîne şer derdixîne holê. Niha tu şer nîne lê ewqas zêdekirina hêzên pêşmergeyan a li heremê û gelek cih girtin bi xwe re potansiyel û xeteriya şer derdixîne. Yanî gelê me û hemû rayagiştî di vê hêlî de hişyar bin, niha rewş bi vê rengî ye.”

‘PDK JI GERÎLAYÊN KU DI ÇEPERÊN ŞERÊ HEMBERÊ DAÎŞ’Ê DE BI PÊŞMERGEYAN RE ŞER DIKIR RE DIBÊJE DAGIRKER’

Erdal, derbarê daxuyaniyên rêveberiya PDK’ê yên weke ‘gerîlayên PKK’ê heremê dagir kiriye’, ‘PKK nahêle gelê heremê herin ser gundên xwe, erd û zeviyên xwe biçînin’ jî axivî û diyar kir ku gelê Kurd bi mafdarî nîqaşa sedema vê gengeşiyê kê ye, çi ye dike. Erdal anî ziman ku divê ji gel, rewşenbîr, siyasetmedar, sazî û dezgehên Kurd û Kurdistanê xwest ku bi awayek bê alî nîqaş û pirsa sedema vê gengeşiyê çi ye, kîjan alî heq e an jî neheq e û bi gihihijin encamekê. Erdal diyar kir ku di encamê de li ser berjewendiyên Kurd û Kurdistanê kê neheq be bila zextê li ser wî alî bike û da ku ev alozî ne zivire şerekî giştî. Erdal, got: “Niha diyar e û her kes dizane ku PDK hêzên xwe yên taybet ên ji wan re dibêjin ‘Pêşmergeyên Roj’ û hwd, ji Masîfê anîne heremên Metîna, Garê, ango anîne heremên gerîla. Gerîla li herema xwe ye, li cihê xwe ye. PDK dixwaze ji vê yekê re hincetan, behaneyan çêbike. Her wiha dixwaze gelê Kurd qane bike ku dibêje ‘gerîlayên PKK’ê van hereman dagir kiriye’. Sedem û hincetê vê nîşan didin. Bi rastî jî dema vê dibêjin, ez bawer nakim ne gelê Kurd, Pêşmerge bixwe jî bi vê aqane bibin. Ji bo çi? Ma gerîla îro hatiye van herêman, vaye 36-38 salin gerîlayên PKK’ê li van herêman e. Niha PDK carina dibêje ‘gerîla hêzeke berxwedaniyê ye, baş in, em xwişk û birayê hevin’ û hwd din. Carina jî dibêje ‘gerîla hêzeke dagirker e.’ Ev nêzîkbûn mistaqiyeta xwe nîne, kes jê bawer nake. Ez mînak bibêjim; ji Şengalê bigire heya deşta Maxmûrê, hetanî Kerkûkê, ji berpirsiyarên PDK’ê ji jor heyanî jêr, her kî/ê devê xwe vedikir digotin ‘gerîlayên PKK’ê berxwedaniyekê lehengî dikin, qehremanî dikin’ û spas dikirin, pîroz dikirin. Dîsa, gelê me baş dizane, di 2008’an de hêzên faşîst a dagirkeriya dewleta Tirk êrîşê Zapê kir. Êrîşê Navenda Biryargeha Fermandariya HPG’ê kir, wê demî jî berpirsiyarê PDK’ê ji serokê heremê bigire heya yê jêr, berxwedaniya gerîla ya Zapê pîroz kirin, spas kirin û helwestek pir baş bû ku kêfxweşiya xwe anîn ziman. Carina wê bibêjî ‘gerîlayên PKK’ê qehreman e û welatparêz e’. Wê demî negotin ‘gerîla dagirker e’, gotin; ‘gerîla berxwedêr e’, spas û pîroz kirin. Wê demî negotin, ‘gerîla li vir çi dike, sedem gerîla ye’. Wê demekê bibêjî gerîla qehreman e û wê demek jî bibêjê ‘gerîla dagirker e, gerîla teror e’ û bi zimanê dewleta dagirker a Tirk biaxivî. Gerîla ew gerîla ne û cih jî ew cih e, çewa çêbû wê demek bibêjî gerîla qehreman e û îro ji heman gerîla re û ji heman cihê gerîla re bibêjî ‘terorîst û dagirker’. Tu mistaqiyeta vê gotinî vê xîtabî nîne, kes ji van gotinan bawer nake, êdî her kes dizane ev gotin gotinên ‘dewleta Tirk e’ û tu jî bi devê wan diaxivî.”

‘JI BO BAŞURÊ KURDISTANÊ NE HEBÛNA GERÎLA, HEBÛNA 37 BAREGEHÊN DEWLETA TİRK E PIRSGIRÊK E’

Endamê Biryargeha Navenda Fermandariya NPG’ê Bahoz Erdal, diyar kir ku hebûna gerîlayên PKK’ê ne bargiraniyekê li ser herêma Başûrê Kurdistanê ye û ne jî pirsgirêk ji bo wan çêdike û destnîşan kir ku berovajî wê, gelê başûrê Kurdistan nerehetiyekê xwe li hemberê vê nîne, tu aciziyekê xwe nîşan nadin. Erdal, anî ziman ku ew di vê baweriyê de ye ku pêşmerge jî ji vê yekê ne aciz û ne rehet bin û ev nirxandin kir: “Pirsgirêka Başûrê Kurdistanê ne hebûna gerîla ye. Pirsgirêka Başûrê Kurdistanê hebûna 37 baregehên dagirkeriya dewleta Tirk e û îstîxbarata dewleta Tirk e. Xeteriya ji bo pêşeroja Başûrê Kurdistanê ev in. Tişta herî balkêş û gelê me jê matmayî dimîne, rayedarên PDK’ê kes nabêje ewqas baregehên dewleta Tirk, ewqas saziyên îstîxbaratê yên dewleta Tirk li vir çi dikin, çima dernakevin? Dibêjin ‘bila gerîlayên PKK’ê derkevin’. Ma dema hûn di tengaviyê de bûn dewleta Tirk alîkariya we kir? Dema çeteyên DAÎŞ’ê êrîşê we kir, ev 37 baregehên dewleta Tirk alîkariya we kir an jî gerîlayên PKK’ê alîkarî kir? Gerîlayên PKK’ê bi mehan di heman xendekî de bi we re mil bi mil li hember DAÎŞ’ê şer kirin. Yanî niha hincet û behaneyên ku PDK’ê ji bo gerîlayan nîşan dide îsbat dike ku ew çiqas neheq in.”

‘PDK RÊ NADE GEL VEGERE SER GUND Û WARÊ XWE’

Erdal, bal kişand ser daxuyanî û ragihandina PDK’ê û diyar dike ku PDK hin hincetên wekê ‘PKK nahêle ku gel herin ser gundên xwe’ û her roj hejmarê gundan derdixin û dibêjin; ‘Ewqas gund ji ber PKK’ê vala ne’. Erdal axaftina xwe wiha berdewam kir: “Her kes dizane ku ev ne rast e. Miletê herêma Behdînanê, xelkê Zaxo, xelkê Amediyê, Duhokê, Sideka û Diyana hemû jî dizanin ku ev yek ne rast e. Bila îro asayîş destur bide, gelê Çemço heya geliyê Zapê û heya heremên Avaşîn hemû wê xelk biçin ser gundên xwe. Ji Nehlê, bigire heya Garê, heya Bradosta, wê her kes biçe ser gundên xwe. Berovajê wê ew bi xwe nahêlin xelk biçin ser gundên xwe. Rayedarê PDK’ê bi xwe derket ser televizyonan bi eşkere gotin ‘bila xelk neçin gundan’. Niha gel dixwaze herin ser erdên xwe, zeviyên xwe biçîne, bax û bostanên xwe cot bikin, biçînin, ew nahêlin, di nûqte an jî navendên asayîşan tên astengkirin, tên girtin. Milet ti ji gerîla aciziya xwe nîne, heremên ku gerîla lê ne tu xeterî ji xelkê heremê re tune ye. Ji her kesî baştir xelkê me yên li Başurê Kurdistanê vê dizanin ku tu astengiyekê me an jî xeteriyekê gerîla ji bo wan nîne. Bila asayîşên PDK’ê destur bidin werin ser erd û zeviyên xwe, wê tu astengiyên me tunebe ji bo wan, berovajî wê em ê alîkariya wan bikin. Lê yê nahêle asayîşa PDK’ê bi xwe ye û hemû xelkê heremê vê baş dizane. PDK vê li ser daxwaza dewleta Tirk a faşîst û dagirker nahêle ku gel werin ser gundên xwe.”

‘YEK PROJEYEKÊ WAN JI BO XIZMETGUZARIYA GELÊ HEREMÊ NÎNE’

Erdal, di derbarê hinceta din a ku PDK nîşan dide jî anî ziman ku PDK hinceta din jî vê nîşan didin ku dibêjin; ‘Em dixwazin xebatên xizmetguzarî pêş bixin lê PKK nahêle’. Erdal, destnîşan kir ku kes ji vê jî bawer nake û ev tişt gotin: “Ka bila nîşan bidin kîjan proje yê xizmetguzarî anîne heremê û gerîlayên me vê projeyî asteng kiriye? Ka bila yekê bibêjin. Nîne. Yek projeya wan hebû, ew jî xwestin werin heremê li petrolê bigerin, ew jî; me bi wan re alîkarî kir. Şîrket anîn heremê, li petrolê geriyan, hemû cihê lê digeriyan jî heremên gerîla bûn, bi awayek xwezayî gerîla bi wan re alîkar bû. Ka gerîla çewa astengî derdixe. Ka bila yek projeyekê xizmetguzarî ya ji bo gelê heremê pêşxistiye û gerîla asteng bûye nîşan bidin. Berovajî wê yek projeyek anîn ew jî gerîla ji wan re rêz nîşan daye û ji wan re bûye alîkar. Eger ji bo xizmeta gelê me yê heremê be em dibin alîkar. Ji ber vê yekî ev behaneyên nîşan didin ne rast in û gelê me yê heremê vê baş dizan e. Lê niha gerîlayên ku bi deh salan e li vê heremê ye hûn dibêjin; ‘gerîla dagirker e, bila ji vir derkevin’. Di 2008’an de we wisa ne digot, we digot; ‘gerîla qehreman e, berxwedêr e, herêma me diparêze’, 2013-2014’an de ji Şengalê heya Maxmur, Hewlêr û Kerkûkê dema gerîla hat parastinê, we digot qehreman e, lê niha hûn dibêjin ‘dagirker e’. Ez vê Eşkere bibêjim; Pêşmergeyên PDK’ê bi xwe jî naxwazin gerîla ji heremê derkevin. Çimkî ew dizanin ku gerîla ji bo wan ‘pişt’ e. Ew dizanin ku di şerê li hemberê DAê û hin rewşên din de gerîla alîkariyên pir mezin ji wan re kiriye.”

EM JI DIYALOGÊ RE AMADE NE

Bahoz Erdal, ji bo rêya diyalogê were vekirin bang li hemû gel, rewşenbîr, siyasetmedarên Kurd kir û got: “Bila gelê me, rewşenbîr, her kes nîqaş bikin, biryar bidin û bila baş zanibin ku em dijî şer in û em berjewendiyên gelê xwe di vê şerî de nabînin û em eşkere dibêjin; ‘em ji diyalogê re amade ne’. Divê vê pirsî jî PDK’ê jî were pirsîn, gelo PDK jî a niha ji diyalogê re amade ye? Em dibînin li Libyayê, li Qerebaxê ‘şerê navbêra Ermenistanê û Azerbaycanê’ û hwd şer tê kirin ji bo lihevkirinê tên cem hev diaxivin. Ligel ew dijminê hev in tên gel hev. Lê em Kurd çima nayên cem hev, bi diyalogê pirsgirêkan çareser nakin? Em vekirî bibêjin; em pêşmergeyên Kurdistan a Başûr ji bo xwe dijmin nabînin, em ji bo xwe bira dibînin. Her wiha em hêz û partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê ji bo xwe hêz û deskeftiyên Kurd dibînin. Ji bo vê em her tim hazir û amade ne ji bo diyalogê, gelo ew hazir in? Eger amade bin, sibê em werin cem hev rûnên, em bi hev re çi pirsgirêk hebin nîqaş bikin û çareseriyê peyda bikin. Çi hewceye ewqas hêz hûn dikşînin van herêman, çi hewce ye ewqas mesrefê dikin? Şûna ewqas mesrefa vala dikin di xizmetguzeriya gel de xerc bikin.”

‘EM NAXWAZIN EV ALOZÎ BIZIVIRE ŞER GER BIZIVIRE JÎ...’

Erdal, bal kişand ser xeteriya ku aloziya li herêma Garê pêş dikeve bizivire aloziyê û diyar kir ku bi rastî ew naxwazin tiştekê wisa bifikirin ku ew hewildan biqûlibin şerê giştî an jî şer. Erdal, anî ziman ku hêvî û daxwaza wan ew e ku nêzîkatiyek nû pêş bikeve û rewş aram bibe. Erdal wiha bilêv kir: “Em dixwazin pirsgirêkên heyî bi diyalogê çareser bibin. Hewildanên me yên giştî ev e. Biryargeha me ya navendî ev daxuyanî da, rêveberiya me ya Tevgerê bi giştî vê anî ziman; lê ger aliyê din di vê hewildanî de israr bike û êrîş bike bêguman gerîla li hember êrîşekê teslîm nabe. Ev gerîla hêza hemû Kurdistanê ye, gerîlayên fedayî ne. Em israr dikin em şer naxwazin, ne ku em zayif in naxwazin şer bikin. Gerîla hemû fedayî ne, jixwe hemû di nava şer de ne, di wî alş de ti pirsgirêkek an jî zeîftiyeke ya gerîlayê me nîne. Em dixwazin li hemberê dagirkerên Kurdistanê şer bikin, em dixwazin li hemberê dijminê herî mezin a gelê Kurd şer bikin. Erdogan û partiya wê ya faşîst çiqas dijminê gelê Kurd ên Bakur be ewqas jî dijminê gelê Başûr e jî. Êrîş li ser gerîlayê Kurd çêbibe, gerîla wê bê teredût, bê dudilî li ber xwe bide. Gerîla teslîm nabe, tiştek wiha ne mimkûn e. Lê em şer naxwazin, lê ger di şer de israr çêbû, bêguman em teslîm nabin. Hin dibêjin; ‘nizanim sed û çend milyar dolar deyinê dewleta Tirk li PDK an jî hikumeta heremê heye, li beranberê vê deyinê dewleta Tirk zextê datînin ser wan da ku li hemberê gerîlayan şer bikin’. Nizanim hinek jî dibêjin; ‘dewleta Qatarê gotiye em nizanim çiqas hezar dolar bidin rêveberiya herêma Kurdistanê’. Nizanim çiqas wisa ye, an jî ne wisa ye, tiştek wiha heye an jî tuneye em nizanin, lê eger ligel ewqas bangewaziya me, ewqas bangewaziya rewşenbîr û gelê Kurd di vê hewildana xwe de israr bikin wilehî wê biqûlibe şer û wê bandorek pir mezin li ser gel û herêma Başûrê Kurdistanê bike. Ger şerek derkeve ma wê Başûrê Kurdistan aramî bimîne? Na! Ji ber ku ne wê bazirganî bimîne, ne aborî bimîne, ne aramî, ne îstîhdam bimîne, her tişt tevlîhev bibe. Zirara herî mezin wê gelê Kurd bibîne, her tişt wê aloz bibe, jiyana gel xira bibe. Jiyana gelê Başûr hemû serûbin bibe, ev qeyrana aborî ya heyî kûrtir bibe. Em naxwazin vê yekê bibêjin lê wê şer tenê ne di çend çiyayan de biqewim e, lewra jî wê jiyan pir xirab bibe. Bila kes nebêje ev tehdît in, ev yek di xwezayiya şer de heye, şer vana bi xwe re tîne. Yanî ger aliyek êrîş bike bêguman wê aliyê din destê xwe raneke û teslîm nebe, bi xwezayî wê bersiv bide.

Yanî çi hinceta te heye, çi mafê te heye tu êrîş dikî? Ma gerîla çi ji we kiriye, ji bilî alîkariyê, ji bilî piştdayînê çi ji we kiriye? Ev gerîla bi hezaran şehîd dane ji bo gelê Başûrê Kurdistanê biparêz e. Her demekê ew ketine tengaviyê gerîla alîkariya wan kiriye. Ji bo vê jî beriya rewş aloz bibe, bi taybetî rêveberiya PDK’ê ji bo pêşerojê divê hinek stratejîk bifikir e.

Mînak Mesûd Barzanî emrê xwe yê mayî ne ji bo tenê wek serokê partiyekî, ji bo yekîtiya Kurdan bifikire û bişûxilîn e. Divê emrê xwe yê mayî ji bo tevahî mafê gelê Kurd bişûxilîne, ne tenê ji bo berjewendiya partiyekê. Di rêveberiya PDK’ê de hin kes hene ku dixwazin şer derkeve hene, em dizanin têkiliya wan bi dewleta Tirk re hene, berjewendiya wan hene û pereyan jî dixwin. Em van kesan dizanin. Ew dixwazin şer derkeve, tevlîhevî derkeve. Lê divê ew rêveberiyên din vê bifikirin, şer ne ji bo berjewendî an jî paşeroja gelê Kurd e, berovajê wê zirar bide, wê qeyrana heyî kurtir bike.”

‘JI BO ÇI PÊŞMERGEYÊN ROJ HATINE SER XETA METÎNA-GARÊ?’

Erdal, destnîşan kir ku eger şerek wiha biqewime wê bandorekê mezin, zirarek mezin bide deskeftî û şoreşa Rojava jî. Erdal, bibîr xist ku Şoreşa Rojava, li hember çeteyan deskeftiyek çêkiriye, giraniyekê xwe li ser rayagiştî ya cîhanê çêkiriye û anî ziman ku di vê mijarî de berpirsiyartiyek mezin dikeve ser milê Rojava jî. Erdal, da zanîn ku eger şerek rû bide, wê di nava du partiyan de an jî du hêzan de tenê nemîne, wê hevsengiya tevahî netewî serûbin bike û ev tişt gotin: “Niha tiştekê hêsan bibêjim; niha ew hêza ku navê xwe kirine ‘Pêşmergeyên Roj’ hatine ser xeta Metîna-Garê. Ê ev qaşo hêza Rojava ne, dê û bavê wan li Rojava ne. Di nava gerîlayên PKK’ê de jî bi hezaran hevalên me yên ji Rojava hene. Ew jî malbatên wan li Rojava ne. Ger şerek di navbêra van de biqewime wê Rojava aram bimîn e? Bi xwezayî wê Rojava jî têkeve nava şer. Rojava nikare bê helwest bisekine. Wê bi awayek bêxwestek Rojava jî ji vê rewşî bandor bibe û zirarek mezin bibîn e. Di vê demê de ku partiyên siyasî yên li Rojavayê Kurdistanê diyalogê bi hev re datînin, me jî wek e Tevgera Kurd diyar kir ku em piştgiriyê didin, bi vê hewildanî re ne. Lê niha ew kesên ku navê xwe kirine Pêşmergeyên Roj hatine li ser xeta Metîna-Garê di herêma gerîla de dixwazin xendekan çêbikin, kemînan datînin û berê çekên xwe didin gerîlayên Kurdistanê. Gelo ev kesên ku berê çekên xwe didin gerîlayên Kurdistanê wê şervanên QSD’ê van kesan qebul bikin? Ma gelo wê şervanên YPG-YPJ’ê wan qebul bikin? Gelo wê gelê Rojava van qebul bikin? Yê ku berê çeka xwe bide hêzekê Kurd ew xiyanetekê netewî dikin. Ji ber vê yekî rewşa ku heyî hemû perçeyên Kurdistanê bandor dike. Ji bo vê yekî em dibêjin hemû gelên her parçeyên Kurdistanê, hemû partî û siyasetmedar li hember vê xwedî helwest bin. Ger em neheq bin bila zextê li ser me bikin, ger aliyê din neheq bin bila zextê li ser wan bikin da ku şerek giştî ne qewime.”

‘PKK JI DAGIRKERAN HESAB DIXWAZ E’

Erdal, anî ziman ku dibêjin; ‘PKK li dijî PDK’ê şer dixwaz e’ ev derewek mezin e û wiha berdewam kir: “Çewa PKK şer dixwaz e. Dinya alem ji me dipirsin; ‘hûn çewa ewqas dikarin li hember hêza dagirker a dewleta Tirk şer bikin, li berxwe bidin?’ PKK li hember dagirkeriya dijmin şer dike, li hember dagirkeriyê mijûl e, PKK dixwaze hesabê li dagirker û komkujiya li ser gelê Kurd û Kurdistanê bipirse, hesab dipirse ji dagirkeran. PKK çima bixwaze li hember hêzên başurê Kurdistanê şer bike? Tiştek wisa nîne, em her tim vekirî dibêjin em li hemberê tu hêz û partiyekê Başurê Kurdistanê nînin, meseleya me hêzên dagirker in, êrîş, komkujiyê, dixwazin Kurdan tevahî tune bikin, em jî dibêjin ‘heya dilopek xwîn di leşê me de hebe, em ê nehêlin’. Em tenê wek hizbî (partiyek biçûk) nafikirin, PKK berjewendiya tevahî Kurd û Kurdistanê difikir e. Ji bo vê yekê ye PKK bi israr dibêje ev şaşitiyek e, divê ti kes nekeve vê şaşitiyê.”

Erdal, bang li ENKS’ê jî kir da ku di vê mijarî de helwest deyine û wiha got: “ENKS dibêje; ‘bila Peşmerge Roj’ werin Rojava, wê çewa werin Rojava, hatine xeta Metîna-Garê di çeperê de berê çeka xwe dane ser gerîlayên Kurdistanê, wê çewa vegere Rojava? Ji bo vê ne tenê ew, hêzên siyasî yên Kurd ên Bakur, ên Rojhilatê Kurdistanê hemû rewşenbîr, medya (ragihandin) û siyasetmedarên tevahî Kurd, xwedî helwest bin. Ji bo wê bila şandeyên hevpar ên ji van saziyan pêk tên, ji Bakur, ji Başûr, ji Rojava, ji Rojhilat hemû bigihijin hev werin, dixwazin her perçeyek şandeyek dixwazin her kes di şandeyek hevpar de bicivin werin, ka kê heq e kê neheq e.”

‘EMERÎKA JI BO BERJEWENDIYÊ XWE BE JÎ DIVÊ ALOZÎ DI NAVA KURDAN DE KÛR NEKE’

Erdal, bal kişand ser daxuyaniya Wezîrê Karê Derve ya Dewletên Yekbûyî ya Emerîkayê (DYE) û helwesta hêzên navdewletî ya têkildarî mijarê û diyar kir ku ew daxuyanî û helwesta wan a têkildarê mijarê nîşan dan ne rast e, xizmeta yekîtiya Kurd nakin. Erdal, anî ziman ku niha Emerîka dewletek mezin e û li heremê ye û da zanîn ku di heremê de eleqet û têkiliyên xwe yên bi Kurdan re pêş xistiye û xûrt kiriye. Erdal, ev nirxandin kir: “Bi Kurd ên Başûr re eleqetên xwe hene, bi Kurd ên Rojava re eleqatên xwe hene. Li gor me rêveberiya nû ya Amerîka ji bo berjewendiya gelê Emerîka be jî dikarin siyasetek rast bi Kurdan re pêş bixin. Bi hin Kurdan re dost bi hin Kurdan re dijmin ew baweriyek çênake. Eger Emerîka vê siyasetî dom bike û vê aloziyê kûr bike wê eleqeta wan a bi Kurdên ku wekê dost ji xwe re dibînin dê xirab bibe. Yanî wê zirar bibînin, wê projeyên di heremê de zirar bibînin. Eger Emerîka nexwazibe têkiliya wê ya di heremê de xira bibe, berovajê wê divê Emerîka nehêle di nava Kurdan de alozî çêbibe, yekîtiya Kurdan xira bibe. Emerîka banga diyalogê li hemû hêzên Kurd bike, di vê alî de dikare bi Kurdan re alîkar bibe. Ne ku daxuyaniyên yekalî bide. Emerîka di nava Kurdan de ye, ji sedî heftê Kurd alîgir, sempatîzanên PKK’ê ne, divê Emerîka vê rastiyê bibîne. Ji ber ku PKK hêzeke Kurdistanî ye, eger Emerîka bixwazibe berjewendiyên xwe bi Kurdan re, têkilî û îtîfaqê bi Kurdan re dewam bike divê helwesta xwe ji bo alozî gur bike daneyine. Berovajê wê ji bo berjewendiya xwe yekîtiya Kurd baştir bibîne. Divê helwestekê bêteraf, helwestekê hevsengiya hemû Kurdan bide. Ji ber vê yekê hin daxuyaniyên di dema hilbijartina Amerîka de dihat kirin, em hêvî dikin ne daxuyaniyekê ku siyaseta Emerîka diyar dike be. Eger nîşaneya siyaseta Amerîka bin, wê encamên xwe ji bo Kurdan jî nebaş be û ji bo aramiya heremê jî nebaş be.”

‘BANG JI BO PÊŞMERGEYAN: NEYÊN LÊSTOKAN’

Erdal, banga dawî jî ji bo pêşmergeyên ku dixwazin wan li hemberê gerîlayan bidin şerkirin kir û wiha got: “Ji bo giştî Pêşmergeyan, ji bo pêşmergeyên PDK’ê dixwazim van tiştan bibêjim. Ji ber hin ji wan bi xwe ez nas dikim, hem di pêvajoya Şengalê, hem Kerkûkê hem jî di pêvajoyên din ên êrîşên DAÎŞ’ê de di xendekekê de bi hev re li hember DAÎŞ’ê şer kiriye. Ji ber vê yekê pêşmergeyên PDK’ê û fermandarên wan bi xwe jî vê şerî naxwaz in. Ji ber ku wan bi xwe dît, ew baş dizanin ku gerîlayên Kurdistanê ji bo wan ne xeter e. Ew baş dizanin ku gerîla ji bo wan ‘Pişt’ e. Dema ew tengav bûn gerîla ligel wan bûn, alîkarê wan bûn. Lê daxwaza me ji wan ew e ku eger israra şer hat kirin, neyên vê lêstikî, neyên vê yekê. Di vî şerî de tu feydaya wan tune. Ne feyda pêşmergeyan heye, ne berjewendiya xwe li gelê Başûrê Kurdistanê heye, ne li tevahî Kurd û Kurdistanê heye, tenê ji yekê re feyda xwe heye, ew jî dewleta Tirk a dagirker û Erdogan-Dewlet Bahçelî heye. Ev her du dijminê herî dijwar ên Kurdan e, ev her du şirîkê hev in, tenê berjewendiyê her duyan di vê şerî de heye. Şerekê ku tenê berjewendiya Erdogan-Bahçelî têde hebe çima pêşmerge bikevin vê şerî?

Ji bo vê hemû fermandarên pêşmergeyan û hemû yekîneyên pêşmergeyan eşkere nîqaş bikin, vê pirsî ji xwe bikin; çima heta niha me û gerîla bi hev re di heman çeperî, di heman xendekê de li hemberê DAÎŞ’ê şer kir û niha em ê li hemberê wan şer bikin? Di vê mijarî de dikarin xwedî helwest bin, eger xwedî helwest bin dikarin pêşiya vê aloziyê bigirin. Lewra hin kes dixwazin şer derkeve, ji ber ku berjewendiyê wan ên şexsî tê de heye. Bi dewleta Tirk re bazirganiya şexsî hene, dixwazin vê mafê hemû gelê Kurd bi vê awayî xerc bikin. Tu berjewendiya pêşmergeyan, malbatên wan di vî şerî de nîne. Gelek pêşmerge her roj di nava gerîla de ne, hevaltî bi gerîla re çêkirin e, xwîngermî bi hev re çêbûye, xwînên me tevlîhev bûye li hember DAÎŞ’ê. Ji bo vê yekê berê çeka xwe nedin gerîla. Gerîla ne dijminê we ye, gerîla birayê we ye, gerîla hevalê we yên roja tengaviyê ye. We ev di pratîkê de dît. Di deşta Maxmûrê de tê bîra we, dema hejmarek pêşmerge di şerê li dijî DAÎŞ’ê de şehîd ketin, fermandariya we alîkarî ji rêveberiya hêza gerîlayê me xwest û li ser daxwaza rêveberiya me hemû gerîlayên me seferber bûn hatin alîkariya we, hinek ji wan şehîd ketin, hinek ji wan birîndar bûn bi we re. Ma hûnê çewa berê çeka xwe bidin wan gerîlayên ku di roja teng de hatin canê xwe di ber we û gelê xwe de dan? Ji bo çi? Tenê ji bo Erdogan û Bahçelî yên faşîst ku siyaseta tunekirina tevahiya Kurd dimeşînin razî bibin?

Ji bo vê jî em dibêjin wê helwesta fermandar û yekîneyên pêşmergeyan wê di vê mjarî de feyda xwe hebe.

Erdal, bi vê munasebetî berxwedaniya gerîlayên li Bakurê Kurdistanê şer dikin jî pîroz û silav kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi vê munesebetî ez berxwedaniya gerîlayên li Bakurê Kurdistanê şer dikin jî pîroz û silav dikim. Bi rastî jî wek e hercar ku her desthiladariyek, her sererkanekê Tirk dihatin, digotin; ‘jixwe komekin em ê wan di nava çend rojan de tune bikin’ lê ev 36 salin hêza gerîla li her qadî şer dikin û di van mehên payîzê de hem li bakurê Kurdistanê hem jî di xeta Xakurkê, Heftanînê de berxwedaniyek pîroz pêk anîn. Dersek baş dane dijmin. Ji wan re gotin; ‘rast e hinek teknîkên şer ên xurt di destê we de hene lê yek; îradeya me heye, em mirovên bi rûmet in, ev 36 sal in her diçe îradeya me xurt dibe, didu; bi taqtîk û rêbazên şer ên nû gerîla dikare teknîk û taqtîkên dijmin bê bandor bike.

Di şerê yên mehên dawî de me hevalên hêje di serî de herdu Egîd, hevalên Egîd Garzan û Egîd Cîviyan û hemû şehîdên di berxwedana Xakûrkê û Heftanînê de silav dikin. Hevalê Egîd Cîviyan yek ji gerîlayê ku di berxwedana parastina Şengalê de xwe gihande wir û bi qehremanî gelê me yê Êzîdî parast. Yek ji hevalekî me yên herî hêja, şoreşgerek mezin, mirovek di her alî de zana bû. Heval Egîd zanibû çewa bijî. Jiyana wî jî şehadeta wî jî hêja û pîroz bû. Ew hêza ku fermandarên wiha ji niha van derdikevin ew hêz bin nakeve. Ev hêz wê bi ser bikeve, îsbata wê jî ev fermandarên me ne. Hêvî û daxwaza van fermandarên hêja ya mezinkirina vê şoreşî û serkeftina vê şerî ji bo me emir e.”