Azweriya 1000 salî: Kevokbazî

Hezkirina li kevokan a li Amedê ku ji mêj ve heye bi demê re bû azwerî. Piraniya yên ku kevokan xwedî dikin, ku di nav gel de ji wan re  ‘kevokbaz’ tê gotin, ji zaroktiya xwe bi vê azweriyê dijîn.

ji wan kesan re ku kevokan xwedî dikin, ku berê tenê li ser banên malbatên ‘dewlemend’ dihatin xwedîkirin, di nav gel de ‘Kevokbaz’ tê gotin. Yên ku kevokan xwedî dikin kevokên xwe nadin bi cîhanê. Salên 1980’î li her devera bajêr kevok berê sibehan û berêvarkî ji ser banan dihatin firandin û vê rewşê li ezmen dîmenên bedew çêdikir, niha piştî ku koça ji gundan ber bi bajêr ve çêbû li hemû devera bajêr ev firandina kevokan xuya dike. Xweserî Amedê 21 celebên kevokan hene. Eyüphan Yaka yê 45 salî, yê ku li Yenîşehîrê ya Amedê dijî, dibêje ku ji 15 saliya xwe ve ew kevokan xwedî dike û lê zêde dike, ‘’Hezkirina li kevokan nayê gotin, mirov aram dikin.’’

EV 25 SAL IN KEVOKAN XWEDÎ DIKE

Yaka dibêje, ‘Kevok azad in û ti ziyanê nedin kesekî’ û wiha didomîne: ‘’Ev 25 sal in li banê xwe kevokan xwedî dikim. Hezkirina li kevokan naşibe hezkirina li tiştekî dî. Mirov aram û şad dike. Çi dema ku bêhna min teng dibe, diçime ser bên, wan xwedî dikim, wan didim firandin û bêhna min fireh dibe. Aramiyê dide mirov. Kevok pir ji azadiyê hez dikin û ev hezkirina wan jî ji azadbûna wan tê. Li Kurdistanê kew, tajî û  gelek heywan têne xwedîkirin. Ez kevokan xwedî dikim. Li Amedê çi kesê ku derfetên wan hene kevokan xwedî dikin. Weke ku zarokên min bin li wan dinerim. Min her yekê navek li wan kiriye. Kevok qewetê didine min, dinyayê li ber dilê min xweş dikin.’’

 ‘DOSTÊ HERÎ QEDÎM Ê MIROV KEVOK E’

Yaka dibêje ji azadiya firînê ya kevokan dive mirov taktîka jiyanê bistîne û didomîne: ‘’Ev 40 sal in ku Kurd ji bo azadiya xwe dixebitin. Eşqa Kurdan a li azadiyê dişibe azadiya firînê ya kevokan Dostê qedîm ê mirovan kevok in. Li Amedê 21 celebên kevokan hene û her yeke navek xwe heye. Kevokên ku ez wan xwedî dikim hemû xwemalî Amedê ne. Dibe ku me kevok ji sirûşta wan derxistibe lê kesên ku kevokan xwedî dikin jî cihê kevokan dikine weke baxçeyan. Rojê carekê cihê wan paqij dikim û tim ava wan diguherim. Ji bo ku nexweş nekevin jî mehê carekê avê derman dikim. Rojê du sê caran seriyan didime wan û yek bi yek bi wan dilebikim. Nizanim, dibe ku bi we ecêb were lê ez ji wan qewetê distînim.’’

 

‘PÊŞÎ KEVOK TÊNE XWEDÎKIRIN’

Yaka dibêje, piraniya kesên ku kevokan xwedî dikin li terasê dijîn, ji bo kevokan cihekî çêdikin û didomîne: ‘’ Çêlîkên kevokan di 15-20 rojan de ji hêkên xwe derdikevin. Piştî 45 rojan êm dixwin. Piştî demekê ji bo êm bixwin hewcehiya wan bi maka wan namîne. Ew êmê xwe dixwin. 45 rojan li ser bên têne perwerdekirin. Dema perwerdehiyê 15-20 rojan an jî mehekê didome. Çêlî bi vir de wê de difirin û wiha derdorê nas dikin. Piştî ku nas dikin sibehê zû carekê têne firandin û pêvajo wiha diqede.’’

 ‘XWEDÎKIRINA KEVOKAN BÛYE ŞÊWAZEKE JIYANÊ’

Yaka dibêje, dema ku şebeş û kevok tê gotin pêşî Amed bi bîra mirov tê û wiha didomîne: ‘’Şebeş û kevok li Amedê têkilî hev in. Li Amedê xwedîkirina kevokan bûye şêwazek ji jiyanê. Li Amedê mirov bi piranî li qiraxên Dîclê şebeşan diçînin û hem ali rex jî cihê kevokan çêdikin. pîsiyê kevokan dikine gubre û ji bo  axê jî pir baş e.’’