BI DÎMEN

‘Azadiya Rêber Apo azadiya me hemûyane’

18’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate lidarxistin, li bajarokê Meredo yê girêdayî Qendîlê bi çalakiyekê hate protestokirin.

Welatiyên Meredo, komploya 15’ê sibatê bi çalakiyekê şermezar kirin. Bi dehan jin, zarok, kal û ciwan tevî baranê jî, bi armanca komployê şermezar bikin li hev civiyan, azadiya Ocalan azadiya her kesêye qîr kirin.

Di çalakiya protestoyê de li gel pankartan wêneyên Ocalan jî hatin vekirin û daxwaza azadiya Ocalan hate kirin.

Piştî meşê welatiyê bajarokê Meredo bi daxuyaniyekê komplo şermezar û lenet kirin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku bi komploya ku li ser Ocalan hate kirin dixwestin gelê Kurd bêdeng bikin, lê bi berxwedana Kurdan û Ocalan komplo hate valaderxistin. Di dawiya daxuyaniyê de daxwaza azadiya Ocalan hete kirin. Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Çawa ku gelê Kurd bi têkoşînê komplo hate valaderxistin, em ê bi berxwedanê jî Ocalan azad bikin.

Daxuyanî bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “ Bê Serok Jiyan Nabe” ve bi dawî bû.