'Azadiya Rêber APO azadiya Êzîdxanê ye'
Ji bo şermezarkirina komploya 15’ê Sibatê lı Şengalê piştî çalakiyên çend rojan meşeke girseyi pek hat. Çalakgeran nêrînên xwe ji ajansa me re vegotin.
Ji bo şermezarkirina komploya 15’ê Sibatê lı Şengalê piştî çalakiyên çend rojan meşeke girseyi pek hat. Çalakgeran nêrînên xwe ji ajansa me re vegotin.
Dayika bi navê Kinê.got :"Em hertişti ji bo azadiya Rêberê xwe dikin. Em 15' Sibatê wekî rojekî reş dibînin, em Erdoxan û hevalbendê wî şermezar dikin. Em canê xwe jî di vê rêyê de em ê bidin û Rêberê xwe azad bikin."
Endamê Meslîsa PADÊ Hecî Hesen jî têkildarî salvegera komploya 15’ê Sibatê nerînên xwe wiha anî ziman:
‘’Îro civaka Êzîdî li Şengalê ji bo vê komploya bêbext ku li diji Rêber APO pêk hatiye şermezar bike daketiye qadan û meş li dar dixe. Bi rastî ev erka me hemû Êzidîyan e; ji ber ku em hemû baş dizanin 3’yê Tebaxa 2014’an ger ne ji vê fikr û felsefeyê bûya, ne ji şervanên azadiyê bûye, ku şagirtên Ocalan in, ev ferman ew ê bêhtir girantir û zahmettir bûya. Ji ber ku ew bi hewara me ve hatin û em xilas kirin. Îro ev vecibeyek e li ser hemû Êzidîyan û bi taybet ji mirovên xwedî exleq û vicdan in pêwîst e derên qadan û ji bo azadîya Rêbertî meşa bikin, çalekîyan bikin û bibêjim bîjî Rêber APO, bîjî Êzidxan."
Dayika bi navê Qısmet da zanîn ku, ‘’ew ê hertim çalekiyên me bidomin hetani Rêberê me azad bibe; ji ber ku azadiya Rêberê me azadiya me ye. Ji ber vê heta dilopek xwin di laşê me de hebe emê li pey vê dozê bin. Yê ku jin azad kir û ji nû vê jiyan dayê Rêber APO ye, ji ber vê jî em ê ti car nesekinin da ku azadiya Rêber APO pêk bînin û carek dinê jî yên ku ev komplo pêk anîne şermezar dikin:"
Welatiyê bi navê Şex Hiseyin jî got, ‘’Em îro ji bo azadiya Rêber APO li qadan in. Ji ber ku azadiya Rêbertî azadiya Êzidxanê ye.15'’ê Sibatê ji bo me rojek e reş e û yên tiliya wan di vê komployê de hene ez hemûya şermezar dikin û daxwaza min ew e ku rojek berî rojekî Rêber APO azad bibe. Tişta ji destê me were emê bikin hetanî em bi gijin armanca xwe:"
Meşvanê bi navê Êmer Xidir.li ser komployê wiha axivi:"Em îro li çiyayê Şengalê ji bo şermezarkirina komloya 15'ê Sibatê rabûne ser xwe û bi çalakiya nerazibûna xwe li diji komplogeran tinin ziman. Ev 18 sal in ku Rêberê me di zindana Îmraliyê de ye. Em jî wekî ciwanên Êzidi daketine qadan û dibêjin edî bes e, bê Serok jiyan nabe. Yên di rojên herî zahmet de bi me ve hatin, em azad kirin rêya me ronî kirin ew şervan bûn, ku bi fikir û felsefeya Rêber APO mezin bûbûn . Em bi me dane naskirinê, diroka me bi me dane naskirinê Rêber APO bû. Ji ber vê jî em jî wekî ciwanên Êzîdî xwe deyndar dibinin û ji bo azadiya Rêber APO çalakiya li dar dixin. Ji ber ku azadiya Rêber APO azadiya me hemûyan e, azadiya Êzîdxanê ye"
Ji çalakvanan dayika bi navê Heyfo jî wiha got: "Ev meşa me ji bo azadkirina Rêber APO ye. Êdî em naxwazin Rêberê me di zindana de be. Ez careke dî hemû komplogeran û hevalbendê wan şermezar dikim.’’