AYM: Lêpirsîna komkujiya li Pasûrê kêm hatiye kirin

Li navçeya Pasûr a Amedê sala 1991’an 7 sivîl hatibûn qetilkirin, Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) lêpirsîna komkujiyê kêm dît û biryar da ku doz ji nû ve were vekirin.

Li herêma Serê Spî ya girêdayî navçeya Bongilan a Çewligê 29 sal berê 3 gerîlayên PKK’ê şehîd bûbûn. Cenazeyên gerîlayan biribûn navçeya Pasûra Amedê. Wexta girseyê cenaze radikir, ji Fermandariya Tabûra Pasûrê leşkeran gule li girseyê barand. Di encama gulebaranê de Mehmet Nasih Altin, Neytullah Tekîn, Hayrettîn Demîrtuyî, Felemez Bulut, Omer Ozturk, Alî Mîntaş û Şahîn Tekîn jiyana xwe ji dest dabûn.

BIRYARA AYM’Ê

Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) têkildarî bûyera di 24’ê Kanûna 1991’î de qewimiye dîsa ji nûve lêpirsîn were destpêkirin biryar da.

AYM’ê biryar da ku bi boneya Dozgeriya Komarê ya Amedê piştî bûyerê 21 sal şûn ve lêpirsîna daye destpêkirin kêm birêve biriye û li gorî xala 17’emîn a AYM’ê mafê jiyanê hatiye binpêkirin. AYM’ê xwest biryara dozvenekirinê ya dozgeriyê daye were rakirin.

Têkildarî komkujiyê heta sala 2005’an tiştek neahte kirin, Parêzer Nahît Eren ji bo du kesên di bûyerê de jiyana xwe ji dest dayîn û kesê birîndar bûyî serlêdana tazîmanetê kir.

Parêzer Nahît Eren ji bo rakirina biryara neşopandinê serî li 2’emîn Dadgeriya Cezayê Sûlhê ya Amedê dabû û piştî serlêdan hate red kirin serî lî AYM’ê dabû.