Ayhan: Xwedîderketina li Heskîfê xwedîderketina li mirovahiyê ye

Berdevkê Hewldana Jiyandina Heskîfê Ridvan Ayhan nerazîbûn nîşanî tinekirina dîroka ji 12 hezar salî da û got, "Heskîf ne tenê mîrateya me ye, ya tevahiya mirovahiyê ye. Xwedîderketina li Heskîfê xwedîderketina li mirovahiyê ye."

Bi Bendava Ilisu dixwazin Navçeya Heskîfê ya xwedî dîroka 12 hezar salan di bin avê de bê hiştin. Li Heskîfê hilweşandin û talankirina cih û warên dîrokî didome. Gelek berhemên dîrokî ji Heskîfa vediguhezandin cihê nû ji aliyê TOKÎ’yê ve ji bo Heskîfê hatiye çêkirin û gelek berhemên dîrokî ji hatin betonkirin. 

Berdevkê Hewldana Jiyandina Heskifê Ridvan Ayhan, têkildarî rewşa dawî ya Heskîfê ji ANF’ê re axivî. Ayhan anî ziman ku ji bo xelas kirina Heskîfê hîna jî hêvî ye û got: “Ji bo vê jî divê mirov dengê xwe bilind bikin û nehêlin bendav bê çêkirin. Çawa ku di dema felaketeke xwezayî an jî di bûyereke din de di rojname û televîzyonan de diaxivin, divê ji bo Heskîfê jî biaxivin. A li Heskîfê qewimîme karesetak e. Qirkirineke çandî pêk tê. Ev felaket e û divê her zindî li dijî vê felaketê biqîre.”

’ROJ BI ROJ ŞARISTIYA MIROVAHIYÊ DIBIN AVÊ DE DIMÎNE’

Ayhan da zanîn dîroka hemû şaristaniyan û mirovahiyê Heskîf wê bi projeya Ilisûyê di bin avê de bimîne û got, "Projeya Ilisûyê di sala 1950’an de hatibû amadekirin. Lê ji wê demê ve ti hikumet û desthilatdariyê bi xwe re nedidît vê felaketa dîrokî bike. Mixabin deshilata roja îro çawan hate deshilatdariyê dest bi vê qirkirina çandê kir. Hikûmetê bi xwe eşkere kir ku ev proje temam bibe wê 199 qadên jiyanê di bin avê de bimînin. Tu kesê bawer nedikir ku ev piroje were çêkirin. Mixabin îro 199 qadên jiyanê hatine valekirin û 22 gund jî heta niha dibin avê de mane. Her wiha ava bendavê 20 kîlometre maye ku bi gihêşe Eskîfê. Heta 2-3 mehên din av dê bigihêje navenda Heskîfê. Av di nava salekê de wê bilind bibe û Heskîf temamî dibin avê de bimîne.”

‘BILA DÎROK BÊ PARASTIN’

Ayhan desnîşan kir ku Heskîf ne tenê ji bo xelkê Heskîfê û gelên Tirkiyeyê ye û got: “Heskîf ji bo tevahiya mirovên cihanê mîrateya dîrokê ye. Ji ber ku zêdetirî 20 qewman li vir jiyan kiriye û Eskîf bûye wargeha jiyana hemû qewman. Her çiqas Heskîf tê kolandin dîrokek cudatir derdikeve. Mirovên ku bê dîrok , nexwediyê tu dahatuya ne. Li ser vê hişmendiyê em dixwazin destpêkê Heskîf were lêkolînkirin û were parastin. Ji ber ku ev mîrasê mirovahiyê ye. Li Heskîfê xwedî derketin xwedî derketina li mirovahiyê ye. Hîn jî hêvî heye. Em dikarin Heskîfê xelas bikin. Ji bo vê jî divê mirov dengê xwe bilind bikin û nehêlin bendav bê çêkirin. Çawa ku di dema felaketeke xwezayî an jî di bûyereke din de di rojname û televîzyonan de diaxivin, divê ji bo Heskîfê jî biaxivin. A li Heskîfê qewimîşî karesetak e. Qirkirineke çandî pêk tê.”

'EWLEHÎ NE BI BENDAVÊ BI AŞTIYÊ PÊKAN E’ 
 
Ayhan bilêv kir ku ewlehî ne bi bendavê bi aştiyê pêkan e û wiha axaftina xwe dewam kir: “Em ne li dijî restorasyonê ne, lê encax Heskîfê bi bombebarankirin û betonkirinê restore dikin. Divê ku li ser rêbaza parastina dîrokê restore bê kirin. Li şûna pereyê hûnê ji bendavê qezenc bikin, hûn dikarin deh qatê wê ji turîzma Heskîfê qezenc bikin. Tenê armanca wan ew e vir bê mirov bihêlin. 199 qadê jiyanê di bin avê de dimînin. 100 hezar mirov wê bê war û mal bimîne. Dê ev mirov bi kûderê ve biçin û debariya xwe bi çi bikin. Dê axa herî bixêr û ber di bin avê de bimîne. Çandinî, cotkarî û sewalkarî jî dê xelas bibe. Dê bi vê bendavê darbe li aboriya gelê herêmê bixin. Xelkê Iraqê jî ji vê bandor dibe. Ji xwe dewlet bi Ilisuyê gefan li Iraqê ji xwe. Yej ji sedemê herî ber bi çav a çêkirina bendavê jî polîtîkaya ewlehiyê ye. Lê riya ewlehiya di avakirina aştî û demokrasiyê de derbas dibe.”

'DÎROK LI CIHÊ XWE XWEŞIK E’

Ayhan got ku ji roja hilweşandinê dest pê kir heta niha geleke berhemên dîrokî yên weke Turbeya Zeynelbeg, Turbeya Îmam Abdullah, Minareya Mizgefta El-Rizik, Mizgeft û Mineraya Selahattîn Eyûbî, Hemama Artuklu û Deriyê Roma yên dîrokî ji şûna wan hatin rakirin û birin li cihê Heskîfa Nû bicih kirin. Ayhan anî ziman ku dema ev berhemên dîrokî hatin veguheztin nayê zanîn ku çiqas zirarê dîtine û wiha dom kir: “Li gel van veguhestinên berhemên dîrokî Keleha Heskîfê ya dîrokî û medreseya dîrokî jî bi betonê hatin dorpêçkirin. Dîrok li cihê xwe xweşe. Bihêlin bila dîrok li cihê xwe bimîne.”

‘GELIYÊ BOTANÊ JÎ TUNE DIBE’

Ayhan da zanîn ku bendava Ilisûyê dê Geliyê Botanê jî tune bike û got: “Geliyê Botanê ku yek ji geliyên girîng ên Mezopotamyayê ye. Bi jiyana jîndarî û rêyên xwe yek ji geliyên ku kêm tê dîtine. Çemê Botanê ku di gelî de derbas dibe, di nav çavakniyên girîng avê yên herêmê de cih digire. Bendava Ilisûyê ku dê bi Çemê Dîcleyê re bi awayekî neyînî bandorê li Çemê Botanê jî bike, gelek qadên jiyanê û cureyên zindiyan jî dê li herêmê Sêrtê dibin avê de bimîne.”