Aydin: Grevên birçîbûnê dikarin rê li ber krîzeke mezin vekin

Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin diyar kir, sedema krîza li Tirkiyeyê neçareserkirina pirsgirêka Kurd e. Aydin işaret bi grevên birçîbûnê kir û xwest, tecrîd tavilê bi dawî bibe.

Baroya Amedê, çalakiya bîranîna Tahîr Elçî ku her hefte li ber edliyeyê pêk tîne cara 170'î pêk anî. Di çalakiyê de Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş, Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin û komek ji parêzeran amade bûn.

Aydin bi bîr xist ku 40 meh di ser qetilkirina Elçî re derbas bûye û ew bi bîr anî. Aydin bal kişand ser gotinên dijminatî û dijberiya di dema hilbijartinê de hatin kirin û bang li rayedarên hikumetê kir ku hurmetê nîşanî îradeya ji sindoqê derketiye bidin.

'DIVÊ MAFÊN OCALAN BI CIH WERIN ANÎN; TECRÎD TAVILÊ BI DAWÎ BIBE'

Aydin işaret bi çalakiyên grevên birçîbûnê kir û got, "Çalakî dikare bibe sedema krîzeke mezin. Divê rayedar tavilê bala xwe bidin ser çareseriyê û mafên qanûnî yên Abdullah Ocalan bi cih werin anîn. Divê karibe parêzer û malbata xwe bibîne û tavilê dawî li întixarên li girtîgehan bê anîn."

'SEDEMA GIRÎNG A KRÎZÊ NEÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKA KURD E'

Aydin anî ziman, dema dawî li Tirkiyeyê krîzeke giran a aborî, civakî û siyasî heye û destnîşan kir, sedema herî girîng a vê krîzê helwesta dewletê ye ku di mijara çareseriya demokratîk a meseleya Kurd û maf û azadiyan de nîşan dide.