Aydenîz: Komkujiya Parîsê planeke navneteweyî bû

Wekîla HDP'ê Salîha Aydenîz diyar kir, Komkujiya Parîsê planeke navneteweyî ye û got, mîna êrîşa niha ya li dijî Rojava, Komkujiya Parîsê jî li pêş çavên cîhanê hate kirin.

Di ser komkujiya Parîsê re 6 sal derbas bûn ku sê jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi hevkariya îstîxbarata Tirk û hikumeta Fransayê hatin qetilkirin. Mîna salên bihurî, îsal jî li bajarên Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê tên bîranîn.

Parlamentera HDP'ê ya Amedê Salîha Aydenîz li ser Komkujiya Parîsê ji ANF'ê re axivî û got, "9'ê Çileya 2013'an weke rojeke girîng tê dîtin. Ev komkujî beriya destpêkirina diyaloga navbera Îmrali û dewleta Komara Tirkiyeyê pêk hat. Di demekê de ku wê hevdîtinên aştiyê bihata kirin, qetilkirina van hevalên me nîşan dide ku dîktator ti carî nebûne alîgirê aştiyê."

Aydenîz diyar kir, çawa ku sala 1999'an Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi komployekê radestî Tirkiyeyê hate kirin, qetilkirina Sara, Rojbîn û Ronahî jî parçeyek ji komploya navneteweyî ye.

Parlamenter Aydenîz got, "Mîna êrîşa niha ya li dijî Rojava, Komkujiya Parîsê jî li pêş çavên cîhanê hate kirin."

Aydenîz ragihand, bi Komkujiya Parîsê re desthilatdariya AKP'ê xwe nedaye ber çareseriyê, lê bêhtir giranî daye şer û got, "Bi qetilkirina hevalên me re hêzên ku tevlî vê komkujiyê bûn nîşan dan ku ew alîgirê kaosê ne. Ji ber vê yekê, di şexsê Sakîne Cansiz de em têkoşîna jinên ku di vê oxirê de bedel dane, ji bo xwe weke ronahiyê dibînin. Bi vê komkujiyê re peyama şîdetê dan civakê. Li dijî vê peyamê em soz didin ku em ê rêxistinbûna xwe ya civakî û têkoşîna xw eya jinê li ser şopa Sarayan mezin bikin û bidomînin."