Avêtin ser malên li taxên Kerama û Rehîmava yên Kerkûkê

Komên Heşdî Şebî yên ketin Kerkûkê avêtin ser taxên Kerama û Rehîmava yên ku piranî Kurd lê dijîn.

Li Kerkûk a ku ji aliyê artêşa Iraq û Heşdî Şebî ve hate dagirkirin, avêtin ser malên Kerama û Rehîmava yên ku piranî welatiyên Kurd lê dijîn.

Li gorî agahiyên hatin girtin, hêzên Heşdî Şebî yên ku bi taybet Rehîmava kirin hedef, deriyê gelek malan şikandine û ketine malan. Endamên Heşdî Şebî yên ku mal ser û bin dikin, diyar kirin ku li çekan digerin.

Hat diyarkirin ku bi taybet davêjin ser malên rêveberê partiyên siyasî yên Kurd, saziyên çandî, teşkîlatên partî û navendên siyasî belav dikin û kelûpelan texrîb dikin

Endamên Heşdî Şebî di saetên sibê de jî avêtibûn ser malên Kurdan ên li Taxa Hesen a ku piranî Kurd lê dijîn. Di roja yekem a êrîşê de jî çeteyên Eniya Tirkmen a Iraqê ku di bin sêwana Heşdî Şebî de ne avahiya Tevger Azadî şewitandibûn.