Avêtin ser mala hevşaredar, şaredarî desteser kirin
Şaredariya Ebexê, ku yek ji 12 Şaredariyên DBP'yî yên li Wanê ye, hat desteserkirin. Ebex bû şaredariya 10. a bi rêya qeyûm hatiye desteserkirin.
Şaredariya Ebexê, ku yek ji 12 Şaredariyên DBP'yî yên li Wanê ye, hat desteserkirin. Ebex bû şaredariya 10. a bi rêya qeyûm hatiye desteserkirin.
Desteserkirina Şaredariyên DBP'yî yên li Wanê dewam dike.
Polîsên Tirk danê sibehê avêtin ser mala Hevşaredarê Ebexê Farûk Demîr û hê li malê lêgerînê dikin.
Hevşaredara Ebexê Sûna Atabay jî ev 6 meh in li girtîgehê ye.