Avesta: YBŞ û YPG bûne sembola rojhilata Navîn in

Avesta got: “Pêwîste gelê Êzidî wekî 3'ê Tebax û Adarê van êrîşan vala derxin.”

Endama Serokatiya Konseya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta têkildarî êrîşên li ser Şengalê û Rojava axivî û diyar kir ku ev êrîşên Tirkan hêza xwe ji PDK'ê digirin û yên ku vê bawer nakin ne Êzîdîne û wiha got: "Ev êrîş li ser Êzidxan û baweriya wan e. Pêwîste heta aramî çêbibe, gelê Êzidî û taybet jî feqîr bê navbera di ava çalakeyan de bin. Yên ser bikevin fikir û ramanê azade.

Endama Serokatiya Konseya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta têkildarî êrîşên li ser Şengalê û Rojava ji ANF’ê re axivî.

Sozdar Avesta di serî ser êrîşên 24'ê Nîsanê li ser li ser baregeha YPG'ê û li ser wargeha pîroz çiyayê Şengalê ku li ser gelê me pêkhatî ez bi tundî şermezar kir û wiha got:"Di encamê van êrîşên hovane de kesên ku şehîd ketin şervanên YPG'ê, dîsa ciwanê Êzîdîxanê û dîsa heman demê de beriya wê bi du rojan 22'ê Nîsanêli herêmên parastina Medya li sêgirê bi êrîşek hovane kiribûn, di encamê wê de rêheval Bedran Cûdî û çar milîsên Botanê, dîsa kesên welatperwer di heman demê de lawê heval Bedran jî di nava de, yên din jî hemû malbatên şehîdan û dost in, di şexsê van şehîdan hemû de ez şehîdên tekoşîna azadiyê bi rêzdarî bibîr tînim, li ber lehengiya wan, fedakariya wan û bîranîna wan bejan xwe ditewînim. Dibêjim serê malbatên wan saxbe, serê gelê Kurdistanê, Kurdê azad û bila serê Êzîdîxanê saxbe û em soz û peyman didin wan daxwazî, armancên wan ku pê ketine rê emê muhaqaq emê pêkbînin."      

'YBŞ Û YPG'E BÛNE SEMBOLA ROJHILATA NAVÎN'

Sozdar Avesta bal kişand ser êrişên Tirkan ên li ser Şengalê û Rojava û wiha got: "Faşîsma AKP,MHP, bi hevkariya bi PDK'ê re li ser gelê Kurdistan û Êzîdîxan bi tifaqê gemar êrîşên xwe berdewam dikin. Ev êrîşa 24'ê Nîsanê heman demê di rojekî dîrok de pêk hatiye û beriya 102 salan disa Osmaniyan gelê Ermenî qetil kirin û hemû kêmnetewên di fermanan de hatin kuştin. Çawan beriya 102 salan dewleta Tirk yek reng xwest û misoger kir, bi van êrîşên xwe disan dixwazin yek rengî û yek netewî mîsoger bikin. Referandûma ku di 16'ê Nîsanê li Tirkiyê pêk hat, Erdogan bi dek û dolanan xwest ser bikeve û piştî wê êrîşê her cihê kirin. Piştî referandûmê êrîşa ser YPG'ê û Şengalê, êrîşa ser civaka Kurd, gelên demokrat û civaka Êzidî ya ber bi azadiyê ve dimeşe ye. Disan yên ku plan û êrîşa 3'ê Tebaxa 2014'an vale derxistîn YPG/YPJ, HPG û YJA-STAR bû. Ji ber ku gelê Kurd û van hêzan plan û projeyên Tirkan vale derxistin evqasî bi hêrs û kînin. Hêzek mîna YPG di Rojhilata navîn de û cîhanê de kesayetên mîna Arîn Mîran re bûne sembol. Civaka Êzidî piştî 3'ê Tebaxa 2014'an di herêmê de rûxmê hemû birçîbûn û bê derfetiyê dev jî berxwedaniyê berneda û bi rûmet jiyan kir. Gelê Êzidî hate qetil kirin, serî çû, tazî û birçî ma lê dev ji çiyayê Şengalê berneda û pişta xwe carek din da çiyayê Şengalê. Bi pêşengtiya gerilayên profesyon ên HPG/YJA-STAR'ê xort û ciwanên Êzidî YBŞ-YJŞ'e ava kir û berxwe da. Disan QSD bi pêşengtiya YPG-YPJ'ê bi hezran km ax ji destê çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin, hezaran gelê Sûriyê azad kirin û YPG bû hêva gelê Sûriyê. Gelê Êzidî jî bi pêşengtiya YBŞ/YJŞ'ê niha azadî û xwesertiya xwe dixwaze. "

'DIXWAZIN PLANA 3'Ê TEBAXÊ Û 3'Ê ADARÊ TEMAM BIKIN'

Avesta diyar kir ku armanca van êrîşan plana xwe ya 3'ê Tebaxê bigihînin serî û got: "Hêz û dewlatê Tirkiyê konsepta xwe ya ku di 3'ê Tebaxê û êrîşa çeteyên gemar yên PDK-Erdogan di 3'ê Adarê ser Xanesorê temam ne kirin bi van bombebaranan xwestin bigihijin hedefa xwe. Lê ji ber ku ser ne ketin dixwazin bê gûman van konseptên we yên qirêj temam bikin. Qahe cihê ku Meclîsa Avaker xwe têde saz kir, radyoya Çîra Şengal a ku gelê Êzidî xwarîna zarokê xwe kêmkir bi derfetên xwe yên kêm ev radyo ava kir, ji bo xitabê gel û kampên Başûr bike. Ji ber ku gelê Êzidî xwedî wedî wan derfetan nîne ku 24 seat ceyrana an hebe ku TV guhdar bike. Disa gelê Kersê yê ku cihê pîroz yê bi sedan sal yê gelê Êzidîye êrişê wê kirin. Ev êrîşek tîrsonek û bê ehlaqî ye, tiştek mirov jêre bibîne tûne. Bila kesek nebêje êrîşa baregehên leşkerî an jî sivîl kirine, êdî leşkerî û sivîltî ne maye. Ji ber ku ew êrîşê fikir û felsefeyê dikin. Ew gotînên çewt û taybet jî çapemeniya PDK'ê ya hîna êrîş berdewam dikirin gotin ser baregehên PKK'ê ne, ev ne rastin, ger ser navendên PKK'ê bin jî ev ne rewa ne û nayên qebûl kirin. Kî gelê Êzidî xilas kir, kî hewara wan de hat, di şexsê PKK, YBŞ û YJŞ'ê de gelê Êzidî tûne bike. "

'PÊWÎSTE BI LEZGÎNÎ NY QADA CIVAKA ÊZIDÎ BIPARÊZE'

Avesta bang li tevah gelê Êzidî û yên Rojava kir ku hemberî van êrîşan rabin serhildan û wiha pêde çû: "Gelê Êzidî û Rojava li hemberî van êrîşan bêdeng nemînin û xwe rêxistin bikin. Divê serê xwe hemberî van êrîşan netewînin û netirsin. Tiştek ku gelê bindest winda bike tûne. Lê tiştên gelê bindest ser bixîn gelekin. Êdî pêwîste gelê Êzidî û gelê Rojava bi pêşengtî û berxwedana YBŞ û YPG bibîne û bizanibe. Êdî tû hêz û tû kes nikare vîna van gel û hêzan bişîne. Yên ku niha şehîd ketine bi salan lehengî hemberî çeteyan şer kirine. Li ber çavê Hêzên koalisyonê lêdixin lê dengê xwe dernaxin. Civaka Êzidî qasî tiliyên destan mane. Pêwîste bi lezgînî Konseya Neteweyên Yekbûyî kom bibin Rojava û taybet jî civak Êzidî lê jiyan dikin wekî qada ewlekariyê îlan bikin. Eger naxwazîn civaka Êzidî û mirovên wê xilas bibin, pêwîste demildest Şengalê wekî qada ewlekariyê bigire bin parastinê de. Pêwîste êdî PDK'e destê xwe ji vê îtifaqa gemar bikişîne, pêşmerge dibin qûrban. Ma ne şerm û eybe pêşmerge derdikevin ser TV û dibêjin agahî hat ji mere wê li PKK'ê û YBŞ'ê bixin em ê jî seyrê bikin, ziyan nagihe me. Lê dibêjin bi şaşitî me xistin, ev PDK'a bi vî rengî wê çi ji bo Kurdan bike, wê çawan kongra netewî ava bike, wê çawan Kurdistanê ava bike?Tê çawan Kurdistanê biparêzî. Wê werîn ber çavê te li Êzidiyan bixe û tê temaşe bikî. Pêwîste êzidiyên gel PDK'ê bi lezgînî ji PDK'ê qût bibe. Taybet jî ew qeymeqamê ser navê gelê Êzidî daxive ti ehlaq gel tûne. Ew qeymeqam derdikev û dibêje berpirsê vê lêxistinê PKK'ê ye. Ez jî vê pirs dikim yê berpirsê fermanê kê ne? Tû destpêkê hesabê 10 hezar keç û jinên Êzidî hatine girtin bide. Tû ne qeymeqamî û ne rewayî ka hesabê van destpêkê bide."

Avesta daxuyakirin an wê Êzidî ji bo rûmeta xwe berxwe bidin an wê nekaribe jiyan bike û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Ew wezareta pêşmerga ya ku derdikeve û dibêje sedemê lêxistinê PKK'e ye, ev ne gotinên wî ne, ev daxuyanî li Enqerê hatiye amade kirin û Başûrê Kurdistanê dikeve weşanê. Bila Tirk hesabê ewqas kesên hatine qetil kiri bide. Ev êrîş pêşî girtina bi dawîbûna DAIŞ'ê ye. Bi pêşengtiya YBŞ û YPG, QSD'ê çeteyên DAIŞ'ê li Mûsil û Tebqa-Reqa têk diçe. Bi vî rengî dixwazin çete xilas nebin û wan deran de bimînin. Îtifaqa ku Erdogan bi DAIŞ'ê re çêkirî, dixwaze çeteyan li Reqa rewa nîşan bide. Hêzên koalisyonê û yên navnetewî vê baş dizanin. Êdî dem dema helwest girtinê ye. Pêwîste gelê me ber xwe bide, di nava çalakî û serhildanê de be. Li welat û derveyî welat û êzidiyên Şengalê û kampên Başûr ji bo rûmeta xwe pêwîste ser lingan bin û bê rawestan nava serhildanê de bin. Pêwîste Êzidiyên van kampan berê xwe bidin Çiyayê Şengalê, dîsan cihê herî bi ewle çiyayê Şengalê ye. Wê bi wan bombebaranên xwe nekaribe îrade û rêxistbûna Êzidiyan bitirsîne û bişkîne. An wê Êzidî ji bo rûmeta xwe berxwe bidin û jiyan bikin, an wê jiyanek sertewandî bin destilatdaran û kesên xwe firoş ser navê Êzidiyan di axivîn nekaribin jiyan bikin. Eer ji vir pêde PDK'e destê xwe ji qetilkirina Êzidiyan bernede wê di dadgehên Mafê Mirovan de bi hemû awayî werin darizandin. Di derxistina PKK'ê ji Şengalê hemû hêz û kesên heyî PDK'e dixwaze bi xweve bide girêdan. Lê êdî di Şengala azad de civaka û gelê azad heye, rêxistinên azad hene. "

Avesta bang li ciwanên Êzidî û feqirên Kersê kirin ku xwedî li cihên hatine rizgar kirin derkevin û got: "Ez bang li ciwanên Êzidî dikim yên Şengalê, Başûr, yê Ewropa û Ermenistanê hemberî van êrîşan ser lingan bin û nerawestin. Çawan dayîka di 3'ê Adarê de çek girtin û hemberî çeteyan rawestiya û êrîşên wan vale derxistin, xendek bi destê xwe dagirtin, niha jî pêwîste heman şêwazî dayik derkevin kolanan. Ez bang li gelê Êzidî û feqîran dikim yên geliyê Kersê qet rê nede tê hêzên derve werin ser wan desthilatdariya xwe bidin meşandin û vê qebûl nekin. Pêwîste êdî feqîr van deran biparêzin. Li cihê xistin windahî çênebûne, ev serkeftinek mezin e. Lê pêwîste bizanibin wê ev êrîş berdewam bikin, aliyê leşkerî, dîplomasî rêxistinî de hemberî van êrîşan bisekinin. Ancaq bi vî rengî dikarin van êrîşan bidin sekinandin. "

Avesta diyar kir ku bila gelê Rojava û Bakûr Sûriyê jiyan dike bila baş zanibe YPG û QSD'e hêviya gelane û wiha got: "Pêwîste baweriya xwe bi tû hêzên derve neyne. Pêwîste gelê me bawerî bi xwe bîne hezaran km axa azad ya hatiye rizgarkirin xwedî lê derkeve. Hin zêdetir tevlî nava refên YPG,YPJ, QSD de çêbike. Divê ciwanên Êzidî berê xwe bide nava refên YBŞ û YJŞ'ê. Roj roja ciwanên êzidi ye, dixwazin Êzidxanê tûne bikin, baweriya Êzidiyan holê rake. Ew kesên dibêje rastî ez dilsozê Şengalê me, ez girêdayî baweriya xwe me, girêdayî rê û rismê xwe me, pêwîste êdî xwedî li Şengala azad xwedî derkeve. Êrîşên Osmanî û ne Osmanî, yên AKP û Erdogan hemberî van êrîşan rawestin. Pêwîste bi wan kes û ciwanan re dû dilî çênebe û bi tûndî hemberî van êrîşa derkevin. Roj roja xwedî li rûmet, hesiyeta xwe derketine û pêwîste sistahî çênebe. Çiyayê Şengalê bi hezaran sale civaka Êzidî parastine û niha tên çiyayê Şengalê bombebaran dikin, vê hêzê ji kê digirin. Vê hêzê ji PDK'ê digirin, PDK'ê Êzidî firotine, ev sedî sede, yên ku vê bawer nakin naxwazin wekî Êzidî jiyan bikin."

Sozdar Avesta wiha dawî li axaftinên xwe anî: "Pêwîste her kes vê baş zanibe di êrîşa 3'ê Tebaxa 2014'an hedef xilasbûna civaka Êzidî bû. Pêwîste kesek bi ragihandina Qesrê ne xape, taybet jî ragihandina PDK'ê bi yek zimanî bê rûmetiyek mezin dikin, pêwîste kesek van gûhdar neke. Ev êrîş ser gelê me yê êzidiye, ne ser tû hêza ne. Çawan gelê me di 3'ê Tebaxê û 3'ê Adarê bi pêşengiya kesên wekî Nevrez, Nazê û Gulçînan, Berxwedanan, Orhan û Çekdaran vala derxistin. Ev kesîn rûmeta Êzidxanê, van şehîdan Şengal parastine. Bi piştgiriya YBŞ, YJŞ'ê gelê em yê Êzidî û Kurdên azadîxwaz wê ev êrîş carek din vala derkeve. Bila gelê me ber we bide, bedela wê çi dibe bila bibe, wê tû carî gelê em tenê nemîne û bawerî bi we bînin. Bi vî rengî bikevin nava liv û tevgerê. Heya ev rewş aram dibe pêwîste gelê me xewnên şeva li xwe heram bikin û ser lingan bin. Ez di wê baweriyê de me ew êrîşên tirsonek û yên bê merdane tûcar ser nakevin. Yê sek bikeve fikir û ramanê azad be. "