Avesta: Serketin bi berxwedan û têkoşînê dibe

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta diyar kir, ku li dijî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk divê li ser xeta Zîlan têkoşîn were dayin û got, "Tenê berxwedan û têkoşîn dikare ji Kurdan re serketinê bîne.’’

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta di bernameya Rojeva Welat ya Televîzyona Stêrk Tv li ser rojevê pirsên rojnemevan Mehtap Orak bersivand.

Avesta, li ser salvegera 24’emîn a şahadeta Zîlan (Zeynep Kinaci)), êrîşên dewleta faşîst ya Tirk li ser gelê Kurd û Kurdistan, 1’emîn salvegera şahadeta Helmet (Diyar Xerib) û girîngiya berxwedana gerîla di vê demê de nirxandin kir.

‘LI DIJÎ TECRÎDÊ SEKNEK WEKE YA ZÎLAN DIVÊ’

Avesta li ser girîngî û dema çalakiya Zeyneb Kinaci (Zîlan) dîsa serketinê çawa bi xwe re anî nirxand û got: "Salvegera 24’an a şahadeta rêheval Zeynep Kinaci ku li hemberî dagirkerî û komplogera weke xetekî nû di nava gerîla û li Kurdistanê xeta fedayîtî pêş xist. Di şexsê Zîlan de tevahî hevalên şehîd ê di xeta heval Zîlan de bi fedayiyane berxwedan û tekoşîn bilind kirin, bi vî munasebetê bibîr tînim. Heval Zîlan, Sema, Gulan di vî mehê de şehîd ketin. Her sê jinên leheng bi rêzdarî, bi hurmet, bi minet bibîr tînim. Li ber bîranîna xeta wan a fedayî bejna xwe ditewînim. Dema heval Zîlan ev çalakî pêk anî, demeke balkêş bû, demeke wiha bû ku dîsa tevgera azadiyê di pêvajoyekî xeter de derbas dibû. Li ser Rêber Apo komplo hatibû plankirin û komplo gav bi gav pêş ve dihatin. Di demeke wisa de 6'ê Gulana 1996’an li Şamê êrîşeke sûîkastê li ser Rêber Apo kirin. Rêber Apo bi tedbîr û pêşdîtinê xwe yê siyasî û kûr ev êrîş pûç kir. Armanç û hedefa hevala Zîlan li ser kete rê, li hemberî vê xeta komplogerî bû. Hevala Zîlan di dîroka me de wekî çawa ku Rêber Apo jî şexsiyêta hevala Zîlan pênase kiriye, heval Zîlan weke xetekî xwedawendiyê derkete pêş. Li welatê ku em lê dijiyan û li Mezopotamya em dizanîn ku jin bi hezaran salan di serdema Neolîtîk bigre heya bi hezaran salê berî vê, jin wek xwedawend hatiye pênasekirin. Çima em heval Zîlan wek xwedawend pênase dikin? Êdî desthilatdariya baviksalarî ya bi hezaran sala jin wê bilindahiya mirovahiyê, afiraniya ku hemû tiştên pêk hatine, xwedî ezmûnekî dîrokî ye. Çîna destpêkê ku hatiye serdestkirin jin e. Ji bo vê jî êdî li welatê me  bi navê jinê tiştek nema bû. Di Rojhilata Navîn de êdî jin çiqas diçû dibû kole. Di nava malê de hatibû hepiskirin. Bê îrade ma bû. Heval Zîlan jin carekî din jin ji wê tarîtiyê de derxist û xiste malê mirovatiyê de. Xiste malê azadiyê. Kire xwedî nirx, xwedî wate. Ê ku jin xiste xeta tekoşînê Rêber Apo bû. Heval Zîlan jî nêzîkatiya Rêber Apo ya jinê baş fam kir. Ji xwe dema vê çalakî pêk tîne name dinivisîne. Ew name wek manîfestoya azadiyê ye. Rêber Apo jî dema ev name şîrove kir beriya Komploya Navnetewî pêk bê. Rêber Apo wisa şîrove kir. Jinek ewqas dikare heqîqatê fêm bike, ewqas dikare hîs bike. Wateya vê tekoşînê bi hevokên wisa zelal bîne ziman.

‘ÇALAKIYA ZÎLAN PIR PEYAM LI XWE DIGIRE’

Heval Zîlan ev komploya li ser Rêber Apo xwestin pêk bînîn zû hîs kir. Pêş dît û xwest pêşî li vê bigre. Cihê çalakî pêk hat jî gelekî girîng bû. Dema çalakî pêk hat jî gelekî girîng bû û şêwazê çalakiyê jî girîng bû. Vana hemû tiştên nû bû. Cihê çalakî pêş ket navenda Dersimê ku niha pêkerê Seyîd Riza lê heye, di wê derê de merasîmê ku her rojê Îna alê digûherin dagirkerî xwe lê bi cih kiriye pêk tê. Cihekî qirkirina çandî, siyasî, xwezayî, nasnameyî pêşxistiye. Qanûna plana Şark Îslahat jê re dibêjin bi vana Dersim hatiye koçberkirin. Yên maye jî bi navê Tuncelî hatiye dayîn tiştekî ji Dersimê nemaye. Kengî Dersim carekî din kete xeta berxwedanê? Bi derketina tevgera azadiyê. Ji ber vê jî çalakiya hevala Zîlan pir biwate ye. Zanebûneke wê ya dîrokî, welatparêzî, çandî heye. Di Dersimê de çawa bi hezaran keç û bûkên Dersimê porên xwe bi hev girê didin û xwe ji zinarên çiyan davêjin, Fermana 2014’an a ku li ser Şengalê çêbû hîn xeraptir li Dersimê pêkhatibû. Di çalakiya hevala Zîlan de gelek peyam hene. Ji bo vê divê em vê çalakiyê baş fam bikin. Her wisa her salên ku diçe ev çalakî hîn baştir tê fam kirin. Ev çalakî her ku diçe wateya wê di milê birdozî, rêxistinî, çandî, dîrokî de, di milê zanebûna jin de, di milê felsefeya azadiyê de, di milê ruh û berxwedana tekoşînê de hîn zêde bi wate dibe. Ji bo me ev çalakî bû weke derketineke nû. Di gerîlatiyê de taqtikeke nû bû. Baweriya jin ji xwe re rûpelekî nû da destpêkirin. Jin dema bixwaze dikare çi bike? Bi dilê xwe, bi mejiyê xwe, bi felsefa jina xwe dikare qadirî çi be? Vana hemû da diyarkirin. Ev jî hemû bi saya Rêber Apo ye."

‘HETA TECRÎD LI ÎMRALIYÊ HEBE WÊ ÊRÎŞ JÎ LI HER DERÊ HEBIN; JI BO WÊ LI DIJÎ TECRÎDÊ SEKNA ZÎLAN DIVÊ’

Sozdar Avesta, tecrîda girankirî li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî nirxand û wiha pêde çû: "Niha tecrîdeke girankirî li ser Rêber Apo tê meşandin. Rêber Apo di bin xeteriyeke mezin de ye. Agahiya kesekî ji Rêber Apo nîne. Ew nexweşiya ku li her dere belavbûyî dewleta faşîst a Tirk dema dixwaze vê nexweşiyê li gorî feraseta xwe dide meşandin. Cihekî ku dixwest ev nexweşî pêş bixe belav dike. Ji bo vê ji Rêber Apo piştî axaftina telefonê tu agahî jê nîne. Ev tecrîda ku niha tê meşandin li hemberî vê sekinandin divê bi sekna Zîlan be. Divê bi şêwaza Zîlan be. Divê bi heskirin û rêbaza hevala Zîlan be. Heman demê hevala Sema Yûce li zindana Çanakkale li hemberî kesên sextekar û xwe weke serokê sexte didan diyarkirin, ê ku ji heqîqata Kurd û Kurdistan bê xeber bûn, dixwestin vîna jin bitepisînin, li hemberî kesên tasfiyekar, xiyanetkar û xwefiroş derketineke hevala Sema çêbû. Rêber Apo jî bersiva van hevalên leheng da. Êdî tevgera azadiya jin li ser xeta Zîlan bû partî. Birdoziya azadiya jinê pêş xist. Heman demê pergala ku îro li cîhanê mînake ev pêş ket. Ilma jin ku niha pêşket hemû li ser xeta Zîlana, Semaya, Gulana pêngav bi pêngav pêş ket. Di vê demê de em li ser xeta van hevalan bi şêwaz, rêbaz û heskirina van hevala dimeşin. Em carekî din li dora Rêber Apo kom bûn, pêwîst e berxwedan û têkoşînê mezin bikin. Em bizanibin ku heya li Îmralî tecrîd hebe wê êrîş li her derê hebe. Em nikarin bêjin ew ê pêvajoyekî cuda çêbibe. Divê kes xwe nexapîne. Tam jî dem dema bi rêbaza Zîlan li her derî li hemberî tecrîdê û li hemberî hemû cûre faşîzmê bê sekinandin û berxwedan bê pêşxistin."

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta bi rasthatina salvegera 1’emîn a şehîdbûna Diyar Xerîb (Helmet) ew bibîr anî û heman demê li ser kesayet û têkoşîna Helmet û Kasim Engîn nirxandinên girîng kir û got: "Em ber bi salvegera 1’emîn a hevalê Diyar Xerîb ve diçin. Ji niha ve gelê me çalakiyên bîranînê pêş dixîne. Tevgera me ji bo bîranîna hevalan di nava berxwedanekî mezin de ye. Ez heval Helmet û heval Kasim Engîn rêhevalên tekoşînê bi rêzdarî û bi hurmet bi bîrtînim. Bi van hevalan re me bi salên dirêj borand. Hevalê Helmet endema Konseya Serokatî bû. Hevalê Kasim Engîn beriya tevlî bibe ez nas dikim. Ji sala 1986’an ve ez nas dikim. Bi rastî nêzîkatiyên her du hevalan bi hevalan re xurt bûn. Me jî ew hevaltî bi hev re kir. Tevgera me di dema xwe de ji bo her du hevalan daxwuyanî dan. Gelek caran pir tişt hatin gotin, bername hatin çêkirin. Aniha em di vê salvegerê de çawa dikarin bersiv bidin ev girîng e. Niha li Başûr û tevahî Kurdistanê tevgera azadiyê ji bo bersiva şehîda bide û wan jiyanî bike, tekoşînekî mezin pêşdixîne. Hevalê Helmet bi sekna xwe, bi şexsiyeta xwe, bi tevlîbûna xwe, bi zanebûna xwe wekî zanyarekî wekî fîlozofekî bû. Heman demê welatperweriya wî bi rastî jî di nava tekoşîna azadiyê û gelê Kurdistanê de mînak e. Gelê Kurd hevalên wisa pir digere û tevgera me jî wisa ye. Ji bo vê niha em binêrîn piştî şahadeta hevalê Helmet ciwanên Kurdistanê yên welatparêz bi hêzekî mezin ketin tevgerê. Ê ku destê wan di vê şahadetê de hebû MÎT'a faşîst ku di Başûrê Kurdistan li Hewler xwe bi cih kiribû û îstîhbarat kom dikirin, piştî şahadetê bi mehekî ew ciwan çalakî kirin. Tola wî hilgirtin. Ev jî da xwuyakirin ku tevgera Apoyî tevgera şehîda ye. Tevgerekî tolwergirtinê ye. Ê ku suc bikin û destê wan di xwîna hevalên me û tevgera me de hebe ew ê zû dereng hesap bidin. Ji bo vê jî di şahadeta heval Helmet de cezakirina MÎT'a dewleta Tirk tiştekî rewa bû. Kesên ku ew çalakî kirin niha li zindana PDK'ê li ber xwe didin, ez wan silav dikim. Berxwedana wan pîroz e. Cezayê îdamê dane wan. Niha heman rêbaz li hemberî heval Kasim Engîn jî pêk anîn.

‘TOL RAKIRIN PÊŞÎGIRTINA DAGIRKERÎ Û PAŞXISTINA WÊ YE’

Hevserokatiya Konseya Rêveber a tevgera me daxuyaniyeke girîng da. Demeke dirêj e rêbazê cûr be cûr sîxûr û xwefiroş derketine nêçîra gerîla û tevgera me. Îxbar bikin, pere bigrin û xwe li dewleta Tirk bidin qebûlkirin. Her du heval jî di hêla qarektera xwe de, di hêla zanebûna xwe de, di hêla girêdanbûna xwe bi partî û Rêber Apo de, dîsa zanebûna wan ya ilmî, ya birdozî pir tije bûn. Bi zanist di vê tevgerê de jiyan. Xurt û têr jiyan. Bi moral jiyan. Di jiyana xwe de tiştek nema ku nekirin, ji bo bikin malê civakê. Sedemê dewlet û sîxûr pê wan ketin ji şexsiyet, ked û sekne wan bû. Cihekî wan ê taybet hebû û ji bo vê bûn navenda van êrîşan. Ji bo vê jî tevgera azadiyê ev saleke di xeta heval Helmet û mehek derbas bû di xeta Kasim Engînan de tekoşînekî bê sînor dide meşandin. Xwedî derketîna şehîd her tim bûye pêngavekî. Tevahî gelê me yê Kurdistan vê zane.

Bi taybet heval Helmet kedekî xwe ye mezin ji bo dagirkeriya Başûrê Kurdistanê bi dawî bibe hebû. Bi taybet ji bo vê xebat dikir. Ji bo yekîtiya netewî, ji bo dagirkeriya dewleta Tirk pêşî lê bê girtin û ji bo gelê Başûrê Kurdistanê azad bijî hevalekî xwedî ezmûn bû û kar dikir. Pir êş dîtibû. Zarokekî Qeredaxê bû. Ciwanekî li wir mezin bûbû. Bi êşên Enfal û Helepçe mezin bû. Dît ku Kurdistan encax bi hevgirtinekî demokratîk û zane dikare bê azad kirin. Bersiva herî girîng a di salvegera şehîdbûna heval Helmet de bê dayîn divê çibe? Teqez divê em li pêşiya dagirkeriya dewleta Tirk bigrin. Gelê Başûr divê ew soz û peymana li ser tirba heval Helmet dan, bi hemû awayî gotin em ê tolê rakin, tol rakirin dagirkerî paş de xistine û pêşî lê girtine. Hevalê Diyar Xerîb û Kasim Engîn û tevahî şehîdên meha Hezîranê ku bi şehîdan re girêdanbûn tekoşîn bilind kirine, berxwedan mezinkirine, armancê şehîdan pêk anîn e. Gelê me di vê zanebûnê de ye. Em ê bersiva van hevalan bidin. Armancê wan pêkanîn wê êşên mezin bide bîrkirin. Rêber Apo ji xwe ji bo şehîdan wisa digot; ‘Ger hûn êşên mezin zanibin bixin bingeha pêngavên mezin, hûn dikarin encam bigrin.’ Şehîd jixwe ji bo armancên mezin canê xwe daye. Heval Helmet û Kasim şopdarê xeta Zîlan bûn. Bûne xwedî jiyaneke mezin, sekneke mezin û bûne xwedî çalakiyeke mezin. Her ku çalakî hebin û gel li ser piya bin ev heval dijîn û rolê xwe yê pêşengtî jî berdewam dikin. Çawa ku li ser şahadeta heval Helmet hesap hate xwestin, ew ê hesap ji nûker û xwefirotan ku destê wan di xwîna rêhevalê Kasima de jî heye, wê hesap ji wan jî bê pirsîn. Bi rengekî fermî jî tevgera me ev daxwiyanî daye û her kes bikaribe nûkerên nava xwe tespît bike û hesap bixwaze, li gorî vê tevbigere."

Avesta bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker a sala 2015’an û piştî wê yên dijwar pir alî destpê kir û wiha domand: "Êrîşên dagirkerina Kurdistanê bi hemû tundiya xwe berdewam dike. Rêber Apo digot ku ‘Kurdistan di nava lepên qirkirina çandî de’ ye. Serokatî navê paraznameya xwe ya 5’an kiriye ‘Kurdistan di nava pencên qirkirina çandî de’ ye. Dewleta Tirk ji 2015'an û vir ve dagirkirina tevahî Kurdistanê her roj navekî li qirkirina xwe dike. Ji xwe êdî siyaseta AKP a faşîst siyaseta dewletê ye. Êdî kes nikare bêje 2 partiyên siyasî vî biryarê dimeşîne. Êdî bûye perspektîf û biryarê dewletê. Ji bo tunekirina Kurdan hemû derfetên dewletê hatine seferber kirin. Divê tu kes xwe nexapîne. Ji xwe ev nêzîkatî her tim hebû, lê bi şêwazê cuda dihate meşandin. Lê ji 2015'a û vir ve dîtin ku yan divê tevgera azadî bê perçiqandin yan jî bi van şêwazan nikarin xwe bidin jiyîn. Ev êrîşên seranser di vî demê de pêşketine berdewama dagirkirina Efrînê ye. Berdewama Serêkanî û Grê Spî ye. Berdewama tolgirtina DAÎŞ’ê ye. Erdogan tola DAÎŞ radike. Li pêş çavên cîhanê piştgiriya DAÎŞ’ê kir. Ê ku DAÎŞ li Rojhilata Navîn têk bir kî bû? Tevgera azadiyê bû. Li başûrê Kurdistan ê ku mûdahale kir tevgera azadiyê bû. Ev yek her kes dizane. Ger neçûba Kerkûk wê Kerkûk biketa. Şengal her kesek dît. Maxmur ewqas nêzîkî Hewlerê bû. Erdogan dibêje te ‘planê min’ xera kir. Ew û Ebû Bekir Baxdadî bi hev re ewekî Îslamî ava bikin.

‘ERDOGAN NE JI BO KURDAN JI BO HEMÛ MIROVAHIYÊ XETER E’

Cudahiya leşker ango sivîl wateya xwe nemaye. Kurdbûn bes e. Mirov be bes e. Demokrasîxwaz be bes e, jinekî azadîxwaz be bes e, xwedî rûmet be bes e. Erdogan di şexsê gelê Kurd de bûye xeteriyeke mezin li ser mirovahiyê. Her kes digot vîrûsa esasî Erdogan e, rastî jî wisa ye. Ji korona xetertire. Heya astekî Korona jî dikarin bixin bin kontrolê ew hemû awayî ji kontrolê derketiye. Êrîşî Şêladizê, beriya wî Delalok kir. Kur û bav bi hev re qetilkirin. Di nava 2 salî de zêdetirî 30 kesî li Şêladizê gelê berxwedêr hatiye qetilkirin. Di nava mehekî de du cara êrîşî Başûrê Kurdistanê kir. Çi peywendiya dewleta Tirk li Silêmaniyê heye. Li Kûnemasî her kes dît ku mirovên çûne seyranê li wan da. Di çapemeniyê de em dişopînin, herî dawî daxuyaniya PJAK’ê hebû gerîlayekî wan şehîd ketiye. Lê yên hatine bîrîndar kirin hemû sivîl in. Ji wan dayika zarokê wî birîndarê axivî û got; 'ferqa kurê min û gerîla nîne, ma dayika gerîla nîne?’ Ji ber vî seknê ji xwe êrîş dike. Ez wê dayîkê bi hurmet silav dikim. Kesên ku di van êrîşan de şehîd ketin li Kûnemasî, li Şêladizê û Kobanî ku cihê Arîn Mîrkana bû ku DAÎŞ bin xist bibîr tînim. Herî dawî heval Zehra Berkel, Hebûn Mele Xelîl û dayika Emîne Weysî hatin qetilkirin. Ez bejna xwe li ber wan ditewînim. JI malbatê wan re sersaxî dixwazim. Serê Rêber Apo, gelê Kurdistanê û ên malbatê wan sax be. Dibêje ‘ez li PKK'ê dixim’, kî/ê vê bawer dike. Faşîst Erdogan û Bahçelî bi tena serê xwe vê nake, bi pişgiriya NATO dikin. Êrîşa ser Kobanê di bin serweriya hêzên koalîsyonê de ye. Di bin serweriya Rûsya de ye. Çima heya niha yek ji wan neda? kesên ber xwe dide û tekoşîn dike êrîşê wan dike. Mînak jin. Li her derê êrîşê jinê dike. Wezîrê hûndir yê Tirkiye beriya vî demekî got ku PKK partiyekî jine û PKK jin dimeşîne. Gelê Kurdistanê bi PKK serbilind e. Bi partiya jina serbilind e. Jinên cîhanê îro di vî xetê de tekoşînê dike. Xebatên jin kengî bûye xebatekî qedexe? Wezîrê faşîst Erdogan wisa dibêje. Hedef da nîşandan û êrîş bire ser. Gelê me ji xwe di daxwuyaniyên xwe de vê yekê gotin. Hevala Zehra kesekî berxwedêr bû, azadîxwaz bû, dilsoz bû, leheng bû. Heman demê hevala Hebûn. Dayika Emîne xelkên Kobanê bûn. Hevrîn, Dayê Aqîde, Amara qetil kirin. Van êrîşa li ser jin bi Parîsê ve dest pê kir. Di şexsê heval Sara, Rojbîn û Leyla ve destpê kirin. Ev êrîş çi bûn? Em ê çong bi we bidin tewandin."

‘JI BÊDENGIYA RAYEDARÊN HERÊMA KURDISTANÊ CISARET DIGIRIN Û ÊRÎŞ DIKIN’

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta di nirxandinên xwe de bal kişand ser êrîşên dagirker ên dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê û got: "Şêladizê cihakî berxwedêran e. Bi sala ye sekneke bi rûmet dide meşandin. Sala 2019’an jî li hemberî qetlîamên dewleta faşîst a Tirk rabûn ser piyan û êrîşê baragehên Tirk kirin. Cesareta dewleta faşîst a Tirk û êrîşên xwe ji bêdengiya rayedarên Herema Kurdistanê digre. Bi taybet ê ku di hikûmetê de wezîrîn û serokê heremê ne ji xeta PDK’ê digre. Serokê Heremê Kurdistanê rêzdar Neçîrvan Barzanî ewqas êrîş tên kirin naxive dema yek gotin jî dibêje, ew jî divê PKK li vir nebe. Ewqas xwe xapandin. Ewqas nedîtin. Berjewendiyê wî tê de heye lê ya gelê Başûr têde nîne. Berjewendiyê kî heye di êrîş û dagirkirina Başûr de? tenê PDk'ê ye. Divê dev jê berde. Gel li hemberî van êrîşan derdikevin pêşî lê tê girtin. Kes pişgirî jî jê nexwestiye lê herî kêm li pêşiya vîna gel nebin asteng. Gelê Şêladizê qetil diike, dikûje li hemberî van radibe hemûyan girtin xistin zindanan. Hemû xeta Behdînan ji hêzên taybet dijî kiriye çiye ji bo ku gel berxwe nede. Ji bo ku gel serî raneke. Gelê Silêmanî bi rêzdarî silav dikim. Sekna wan pîroz e. Ji Behdînan heya Silêmanî, ji Şêladizê heya Germiyan gel di nava berxwedanekî mezin de ye. Hêrsa gel mezin e. Faşîzma Erdogan dixwaze Kurdan bîne hemberî hev. Dixwaze tevgera me û partiyên siyasî ya Başûr bîne hemberî hev. Tevgera me bi zanebûn û sebrekî mezin li hemberî van lîstokan tevdigere. Armanca me yekîtiya Netewî ya demokratik e. JI bo vê em tekoşîn didin. Heval Helmet Heval Kasim ji bo çi hatin qetilkirin. Ji bo vê civak û hişmendiyê xebat kirin. Ji bo pêşerojekî azad xebat kirin. Mirin ji bo herkesekî/ê heye. Kî/ê ji PKK fedakartire? Ev her du heval ji bo pêşeroja zarokan tekoşîn kirin. Zarokan qetil dike û dixwaze hêrsa gel bide cihekî din. Gel dijminê xwe nas dike. Divê rayadarên Başûr dev ji van seknê xwe berdin.

‘DIVÊ ŞENGALÎ LI KAMPAN HEW BIMÎNIN, VEGERIN SER WARÊ XWE’

Maxmûr saleke di bin ambargo de ye. Her roj êrîş dike. Li ser gelê Şengalê siyasetê dikin. Gelê Şengalê ewqas sale di wan kampan de ye, ji xwe re weke qartekî bi kar tîne. Him ji bo rayê wan bigre, him ji bo alîkarî ji navnetewî bigre vê dike. Kengî gelê Şengalê berê xwe dide wir, hema planek çêdikin û êrîşên xwe dixin dewrê. JI bo gelê Şengalê venegerin cihê xwe. Sîxûrên wan li Şengalê jî hene. Ez bang li gelê Şengalê dikim, sekna wan li hemberî wan êrîşan bi rûmet bû. Ez silav dikim. Gelê Maxmûrê jî wisa. Divê yek kesê Şengalî di wan kampan de nemîne. Divê vegerin cihê xwe. Bersiva herî bi nirx û pîroz ew ku li warê xwe vegerin. Cihê xwe ava bike û bikeve nava tekoşînê. Ha di wan kampan ji birçiya, ji lewaziya, ji tinebûna, ji xezaniyê û stû tewandinê mir, bila were ser axa xwe bi rûmeta xwe, bi berxwedana xwe jiyan bike. Li Bakûr û Rojhilata Sûrî xeta rêheval Zêhra û hevalên pêra şehîd ketin me dît ku seranserî welat herkes li ser piyane. Li Ewropa gel di nava seknekî de ye. Li Bakurê Kurdistanê qirkirina siyasî di nava dorpêçê de ye. Kongra Civaka Demokratîk (KCD) a vîna gel ekongreyekî civakî ye. Hemû kar û xebatên xwe ji bo qebûlkirina nasnama Kurd e, ji bo hebûna Kurd e. Diçe derî li wan mohr dike. Ne tenê deriya mohr bikî, tu çi jî bikî nikarî Kurdîtî ji dil û mejiyê Kurdan derxî. Ev êrîşên heyî yekîtî û çalakî, sekin hîn xurt dike. Sekin û çalakiyên heyî bes e? elbet na divê hîn zêdetir bê xurtkirin. Divê tu astengiya nas nekin. Dervî berxwedan û tekoşîn tiştekî nikare ji gelê Kurd re bide qezenckirin."

Sozdar Avesta, girîngiya berxwedana gerîlayê azadiyê li hemberî faşîzma dewleta Tirk nirxand û wiha domand: "Ez tevahî şervanên azadiyê hevalên leheng ê ku di xeta Zîlanan de, li ser şopa Helmet û Kasiman li Heftanînê bi rojane li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk berxwedana mezin pêşdixînin û nahêlin dagirkerî di xaka pîroz de cih bike, hemû hevala silav dikim. Bi navê Konseya me wan pîroz dikim. Hemû şervanên azadiyê û fermandarên wan rastî jî dîrokê dinivîsînin. Dema ku mirov ji çapemeniyê dişopîne û dimenên Cenga Heftanîn mêze dike tu dibêje qey tu fîlmeke zindî temaşe dikî. Şerê taybet ya çapemeniyê tenê li Tirkî nîne berdevkên xwe li Başûr jî çêkirine, li Ewropa û her derekî çêkirine. Dema teyare lêdixwe, dema diçe hemû zindî didin. Lê gerîlayê azadiyê jî ew gerîlayê YJA-Star ku ji wir mesajekî dide herkesekî ev der Heftanîne, ev der cihê Cenga mezin e. Ew berxwedanekî pir pîroz û bi wate ye. Gerîlayê azadiyê di serî de li Heftanîn, par vî demê li Xakûrkê, beriya vê di xeta Zagrosan de, niha jî di heremê Botanê de ji Cûdî heya Çatak gerîlayê azadiyê li ber xwe dide. Tekoşîn dike û rê nade van faşîsta. Ev bi navê tevahî mirovahiyê rûmetekî mezine. Gerîlayê Kurdistanê carekî din bi vê pêngava mezin a Cenga Heftanîn ku li hemberî vê faşîzmê berxwedanê dike bû heviya gelê bindest. Bawerî da gelê heremê.

‘HER KES XWEDÎ LI BERXWEDANA GERÎLA DERKEVIN’

Faşîzma dewleta Tirk li serê heremê bûye bela. Êrîşê wî li ser Lîbya, li ser Îdlib, niha gelê Erep di nava fikarên mezin de ye. Piştî ewqas berxwedana mezin wezîrê karê derve yê berê li Başûrê Kurdistanê daxwuyaniyeke dabû û gotibû 'êdî xeteriyeke mezin li ser Rojhilata Navîn û Kurdistan heye. Dewleta Tirk xwe êdî mayînde dike.’ Tevgera me jî berê got Osmançîtiya nû pêşdixîne. Armanc dagirkirina Kerkûke, armanc dagirkirina Mûsil e, Telafer e, ya Şam, ya Helebê ye. Niha vê yekê paşve dibe û nahêle pêşve biçe gerîla û tevgera azadiyê ye. Gerîla bi navê mirovahiyê li ber xwe dide. Gerîla bi navê tevahî gelên bindest û xeta jina azad li ber xwe dide. Şervanên YJA-Star û HPG qehreman û leheng in. Xwedî vînekî ji pola ne. Wana divê baş bizanibin ku çavê hemû cîhan li wan e. Serkeftina wan serkeftina mirovahiyê ye. Ew dem divê mirovahî jî li hemberî vê berxwedana mezin bêdeng nemîne. Çawa ku li Kobanê DAÎŞ têkbirîn mirovahî bêhnek girt, îro faşîzma Erdogan jî têk biçe Rojhilata navîn wê demokratîk bibe, nîfaqên nava gel wê ji holê rabin. Gelê Ereb, gelê Kurd, gelê Fars ev gelana bi hev re tekoşînê bikin. Pirsgirêka Kurd li Tirkiyê nê çareserkirin, li tu cihê nayê çareserkirin. Ji ber ku pirsgirêka esasî li wir e. Ji avakirina komarê û vir ve ev feraset di meriyetê de ye. Ji bo vê berxwedana gerîla ku çêdibe divê herkes xwedî lê derbikeve."

Avesta, bang li hesekî/ê kir ku li hemberî faşîzma AKP-MHP tevlî refên berxwedan û tekoşînê bibin. Di têkbirina Erdogan de girîngiya sekna gelê Rojhilata Navîn ya ji bo pêşerojêkî demokratîk wiha nirxand: "Li ser vê esasî bi taybet ciwanê Kurdistanê, ciwanên azadîxwa ên demokratîk, ên enternasyonal bila bizanibin gerîla bi navê hemûyan li ber xwe dide. Ez bang li ciwanan dikim divê berê xwe bidin cengê. Divê tevlî bibin. Tevahî ciwanên Kurd û Kurdistan, ên Ereb, ê Fars, ên berxwedêr li kû dibin bila bibin ger bixwazin xwe li vî ileta Erdogan xwe xelas bikin divê beşdarê tekoşînê bibin. Dîsa jin, ji bo ku ev êrîşên tevahî têne çêkirin û ji holê rabin, dem dema çalakî kirinê ye. Tenê bi banga çênabe. Destê kî/ê çi tê divê bike ji rojekî din re nehêle. Her rojekî ku derbas dibe ev faşîzm zêde dibe. Xeter dibe, nefes digre. Ji bo vê li dora gerîlayê azadiyê, li dora Rêber Apo, li dora tevgera azadiyê bin. Her kesek sekna gelê me, tevgera me û gerîlayê me dît. Em ê teqez ser bixin. Ev tevger ji kîjan bedelên mezin hate roja îro hat diyar e. Ji tunebûnê hebûn çêkir. Ewqas şehîdên qehreman di vî xetê de çêbûn, di vê felsefê de çêbûn. Berxwedan zindî dike, bi ruh dike, bi rûmet dike. Bila kes xwe nexapîne ez ne bi vî re me ne jî bi ya din re me. Yan tu bi gelê xwe re yî, di xeta azadiyê de yî, li dora gerîlayî, yan jî li ba dijminî. Dijmin wisa kiriye, hûnê bi min re bin. Divê êdî her kes xeta xwe diyar bike. Rengê xwe diyar bike. Tekoşîna xwe jî bi rengekî hîn demokratîk û hîn xurtir û encam girtî bide kirin. Dema ev bibe xeta şehîdan her roj bi watetir bibe û wûsa emê bîranîna şehîdan pêkbînin".

‘SÎXÛR Û NOKERAN DI NAVA XWE DE NEHEWÎNIN’

Herî dawî Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta, bal kişand ser sîxûr û nokerên li gel dijmin kar dikin û ev nirxandin kir: "Gelê Başûrê Kurdistanê çiqas gelekî xwedî rûmet e me anî ziman. Di salvegera yekemîn ya heval Helmet de wateya herî mezin li xeta berxwedêner derbikeve. Gerîla û gel tê xwestin ku ji hev qut bibin. Di salê 90'î de siyaseta faşîzma dewleta Tirk Tansu Çîler digot 'em behr biçîkînin, mahsî bigrin'. Gel behr e, mahsî jî ji xwe gerîla ye. Ev siyaset 30 sale didin meşandin li ser nexistin. Niha jî diçe li gel dixe, ku dibêje gerîla tê nav we. Gerîlayê azadiyê di nava cih û warê xwe de ye. Gerîlayên azadiyê di nava çeperên şer de ye. Her ku li kûderê xist dibêje; ‘min li PKK’ê K û gerîla da.’ Bi vî rengî dixwaze gerîla û gel ji hev cuda bide diyarkirin. Sankî çiqas gerîla bixe heqê wî ye. Her kes jî dibêje gerîla li ba me nîne û nîne. Ev rewa ye gelo? 40 sale tekoşîn dike ji bo azadiya vî gelî. Divê êdî hevok jî werin sererastkirin. Ji bo vê jî herî zêde keda hevalê Helmet, hevalê Kasim ji bo vê ferasetê avakirin bû. Perwerdê wê didan, pêre mijûl dibûn. Dixwestin Kurdên azadîxwaz ya xwedî ferasetekî demokrasîxwaz ava bikin. Li hemberî van kedan ez bawer dikim ku di serî de gelê me yê li Başûrê Kurdistanê û li tevahî Kurdistanê hîn zêdetir li gerîla xedî derbikeve. Li rûmet û hebûna xwe xwedî derbikevin. Van sîxûran, van xwefiroşa, vanê ku bi dijmin re kar dikin divê êdî di nava xwe de nehewînin. Li dijî wan derbikevin. Hevgirtî bin. Çalakî bi hev re bin. Xeta hevalê Helmet xwedî derketin tekoşînê bilind biikin, hê zêdetir dijminê xwe naskirin û li hemberî dijmin sekna niha tê raberkirin hîn bi girseyî bilindkirine. Ez bi vî awayî carekî din di şexsê rêheval Helmet, hevalê Kasim û tevahî şehîdên tekoşîna azadiyê, şehîdên me ku di xeta Zîlan de xwe feda kirin, wan bibîr tînim. Sozê me ji bo wan wekî tevahî tekoşînê û gelê wî emê armancên wan pêk bînîn. Li ser vî esasê tekoşîn wê berdewam bike û bigihije armancê xwe. Xeta berxwedana mezin Xeta Zîlan a fedayîtiyê li tevahî jinan, tevahî dayîka û tevahî gelê azadîxwaz pîroz dikim."