Atolyeya Wanê: Aryen Sanat

Atolyeya Aryen Sanatê li gel derfetên kêm û zehmetiyan jî bi qursên giştî, atolyeyên ji bo zarokan xizmetê ji Waniyan re dike.

Bi pêşengiya Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) kevneşopiya çand-hunerê ya ku li Bakurê Kurdistanê dest pê kirî, li Wanê bi Atolyeya Aryen Sanatê didome.

Li Wanê xebatên çand û hunerê li gel hemû qedexe û astengiyan jî ev 20 sal in bê navber didome. Piştî rêza NÇM'ê ku salên 1990'î dest pê kirî, li Wanê heta niha Navenda Çandê ya Serhedê (SKM), Navenda Çandê ya Hunerê (VKM) û Navenda Çandê ya Notaya 8'an bi destê dewletê hate girtin. Niha jî Atolyeya Aryen Sanatê di vê qadê de xizmetê ji gelê Wanê re dike.

Rêveberê Atolyeya Aryen Sanatê Baran Sari diyar kir ev 20 sal in li dijî pişaftina çandî li Wanê têdikoşin û got, ''Ji 2000'î ve em têkoşîneke mezin didin. Atolyeya Aryen Sanatê berdewama rêç û berxwedanekê ye. Ev ê îro jî wiha bidome. Van salên dawî Rewşa Awaret û hêla vîrûsa koronayê û qedexeyan bandoreke xirab li me kir.''

Sari diyar kir li gel derfetên kêm û zor û zehmetiyan jî ji bo zarokên temenê wan di navbeyna 2-5'an de xizmetê didin, gel pir eleqedar e. Sari got ew li dijî asîmîlasyonê radibin lê li gel vê pêgirê nirxên sincî û civakî ne jî û bal kişande ser hunera civakî û hunermendiya civakî. Sari got divê mirov guh nede bazirganên ku vê qadê îstîsmar dikin.