Ataş: Em ê Colemêrgê ji nû ve ava bikin

Namzeta HDP'ê ya ji bo Hevşaredariya Colemêrgê Seher Kadîroglû Ataş diyar kir ku wê îradeya gel a ji aliyê qeyûm ve hatiye desteserkirin ji nû ve li gel vegerînin û Colemêrgeke nû ava bikin.

Namzeta HDP'ê ya ji bo Hevşaredariya Colemêrgê Seher Kadîroglû Ataş sala 1986'an li Geverê ji dayik bû. Ataş dibistanên navîn û lîse li Geverê qedand û piştî ku beşa Maliyeyê li Zanîngeha Balikesîrê xwend, sala 2012'an bi ezmûneke cuda ya pisporiyê li Midûriyeta Kar a ÎŞKÛR'ê ya Wanê bû şêwirmenda kar û pîşeyê. Kadîroglû Ataş ku zewiciye, piştî karmendiya 5 salan, sala 2017'an bi biryarnameyê ji kar hate derxistin.

Dema ku karmend bû, cihê xwe di rêveberiya Sendîkaya Kedkarên Buroyê (BES) a KESK'ê de cih girt. Sala 2017'an hevseroka Şaxê BES'ê bû. Tevî karê sendîkayê, Ataş li ser ekolojiyê jî xebitî. Piştî Meclîsa Ekolojiyê ya Wanê, 3 serdeman hevberdevkî ji Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê re kir.

PROJEYÊN JI BER QEYÛM NÎVCO MANE WÊ WERIN TEMAMKIRIN

Seher Kadîroglû Ataş got, "Karên li ser sendîka, ekolojî û jinan ji bo min sedema sereke ya destpêkirina siyasetê bû. Dema ku mirov li ber tundiya li jinê û dijminatiya li xwezayê radibin, ji xwe mirov dest bi siyasetê dike."

Namzeta Hevşaredariyê Ataş diyar kir ku di karê şaredariyê de wê gelê Colemêrgê bi xurtî tevlî demên biryardanê bikin, dînamîkên xwecihî û xweser bi kar bînin û got, "Projeyên me yên binesazî, av û kanalîzasyonê ku ji ber qeyûm nîvco mane, em ê temam bikin."

Ataş ji bo bikaranîna otobusan û wesayitên din ên ragihandinê, wê hewl bidin ji bo jinan, ciwanan, mirovên astengdar û extiyaran bikin bê pere.

Ataş diyar kir, li Colemêrgê li her malê atolyeyeke hilberînê heye, jin ji vê re pêşengiyê dikin û got, "Em ê van atolyeyên biçûk veguherînin kooperatîfên hilberînê yên jinan.

Kadîroglû Ataş ragihand, wê saziyên jinan hemûyan ên ji aliyê qeyûm ve hatine girtin ji nû ve vekin û ji bo zimanê dayikê jî teqez kreşan vekin.

Ataş destnîşan kir ku wê alternatîfan biafirînin û xizmetê ji gel re bikin.