Atalan: AKP sûcê şer dike; divê li Laheyê were darizandin

Wekîlê Êzîdî yê HDP’ê Atalan li dijî bombekirina Şegalê ya bi balafirên şer ên Tirk helwest nîşan da û got AKP’ê plana DAIŞ’ê ya ku Şengalê qir bike girtiye ser xwe û got, AKP sûcê şer dike divê li Laheyê were darizandin.

Helwesta li dijî êrîşên bi ser Rojava û Şengalê de yên ku dewleta Tirk bi balafirên şer pêk anî didome. Piştî ku Serokkomarê Tirk Erdogan got êrîşên li ser Şegalê wê berdewam bikin Wekîlên HDP’ê Alî Atalan got, hê Şengal ku hê şoka êrîşa beriya 3 salan ji ser xwe neavêtî vê carê bi balafirên şer tê bombekirin û ev nayê qebûlkirin.

‘DIXWAZIN OPERASYONA NÎVCOMAYÎ YA DAIŞ’Ê PÊK BÎNIN’

Atalan diyar kir ku ev armanca vê êrîşê ew e ku operasyona DAIŞ’ê ya bi mebesta Êzîdiyan ji xaka wan bikin temam bikin û got: ‘’Pitşî 3’yê Tebaxa 2014’an Êzdiyan biryar dan ku xwe bi rê ve bibin û xwe biparêzin. Dema ku ev biryar pêk dianîn jî li dijî talokeyên weke DAIŞ’ê bi hêzên paralelî wan ji bo ku xwerêveberî û xweparastinê pêk bînin tevgeriyan. Ti gefa van pêkhateyan li dijî Tirkiyê nîn e û ji vir ti êrîş jî bi ser Tirkiyê de çênebûye. Naxwe problem tiştekî dî ye. Armanca sereke ya AKP’ê ku di her delîveyê de di ser Zerdûştiyê re êrîşê dibe ser baweriya Êzîdiyan, dixwaze tişta ku DAIŞ’ê dixwest ku pêk bîne lê nikarîbû, pêk tîne; dixwaze Êzîdiyan ji xaka wan bike.’’

 ‘DIVÊ HER KES HELWESTÊ NÎŞAN BIDE’

Atalan diyar kir sedem her çi jî be tişta ku hatî kirin dijminatiya li Êzîdiyan e û got rayedarên AKP’ê ku hêza dewletê didin pey xwe sûcê şer dikin û divê li Laheyê werin darizandin. Atalan di vê hêlê de bang li mekanîzmeyên navnetewî kir û got: ‘’Hikûmeta AKP’ê divê hesabê vê bide.  Li Rojhilata Navîn êrîşa bi ser  civakeka mezlûm de ku dixwazin werintinekirin, hişmendiya qirkirinê bixwe ye.’’

Atalan herî dawî got, ‘’Li Rojhilata Navîn gelên ku dixwazin gel hev bijîn divê li dijî vê êrîşê helwesta xwe nîşan bidin û dengê xwe derxînin.’’