Asya Gezer: Ez ê ji bo girtiyan bixebitim

Xwişka Garîbe Gezer Asya Gezer ku li Mêrdînê bernamzeta parlmenteriyê ya Partiya Paşerojê ya Kesk û Çepe got, "Armanca min ew e ku ji bo girtiyan bixebitim, şert û mercên girtîgehê biguherin."

Garîbe Gezer di 9'ê Kanûna 2021'an de piştî êşkenceya li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Hejmar 1 a Kandirayê ku sirgûnî wê hate kirin hatibû qetilkirin û bûyer hêj nehatiye ronî kirin. Xwişka Garîbe Gezer Asya Gezer li Mêrdînê bû bernamzeta parlementeriyê ya Partiya Paşerojê ya Kesk a Çep.

Asya Gezer anî ziman ku armanca wê ya bernamzetiyê ew e ku bi awayekî çalak xebatên têkîldarê girtîgehê bide meşandin û got, “Armanca min ew e ku ji bo girtiyan bixebitim, şert û mercên girtîgehê biguherim."

TÊKOŞÎNA 30 SAL: MALBATA GEZER

Ji 11 ferdên malbata Gezer ku ji salên 90'î û vir ve di nava têkoşîneke aktîf a siyasî de cih digirin, di derbarê 9 kesan de lêpirsîn hate destpêkirin, 4 jê ketin girtîgehê, yek jî di pêvajoya çalakiyê ya li dijî dagirkeriya Kobanê hat pêşxistin de ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve li nîvê kolanê hate qetilkirin.

Asya Gezer diyar kir ku yekem car bavê wê Yusuf Keser di sala 94’an de dema bi darê zorê gund dihatin valakirin ji ber êşkenceyê çavek xwe winda kiriye û got ku zexta li ser malbatê ji wê demê ve destpêkirine. Asya Gezer anî ziman ku di dîroka têkoşîna malbatê de xala werçerxanê, çalakiya li dijî dagirkeriya Kobanê ye û wiha got: "Garibe û birayê min Bîlal timî di nava xebatên partiyê de bûn. Ez wê demê li Îzmîrê xwendekar bûm. Garîbe rêvebera navçeyê bû. Di bûyerên Kobanê de birayê min li navçeya Kerboranê li kolaneke giştî bi guleyan hat qetilkirin. Zextên li ser me zêdetir bûn. Di 8'ê Cotmehê de dema cenazeyê birayê min ji Mêrdînê dihat, birayê min Mehmet Emîn rastî êrîşa polîsan hat, di encama guleya ku li stûyê wî ket ew jî felc bû."

HEV HEVRÊ Û HEM JÎ XWIŞKA MIN BÛ

Asya Gezer anî ziman ku bi xwişka xwe Garîbe re 9 meh li girtîgehên Mêrdîn û Midyadê maye û bal kişand ser wê yekê ku Garîbe piştî wê di 6 girtîgehên cuda de maye. Der barê rojên zindana Garîbe ya bi sirgûnê de wiha got:

"Ez di heman demê de bi Garîbe re di girtîgehê de bûm. 9 mehan em bi hev re man. Hem hevrê û hem jî xwişka min bû. Ez derketim derve, lê Garîbe gelek car hate sirgûnkirin. Di 6 salan de 8 girtîgehan geriya. Di hucreya yek kesî de hate girtin, rastî gelek binpêkirinên mafan û polîtîkayên cudakariyê hat.”

TEVÎ KU CEZAYÊ WÊ NEHAT ERÊ KIRIN JÎ LI HUCREYA YEK KESÎ HAT RAGIRTIN

Dosyaya Garîbe ji aliyê Dadgeha Bilind ve nehat qebûlkirin. Dadgeha herêmî ceza da, dadgeha navçeyê ev ceza erê kir û ji Dadgeha Bilind re şand, lê Dadgeha Bilind hêj ev ceza erê nekiribû. Lê belê, ew di hucreya yek kesî de hat ragirtin. Li dijî vîna wê pêkanîn li ser hate ferz kirin.

Garîbe jineke serhildêr bû. Jineke ku tiştekî li ser wê dihat ferzkirin qebûl nedikir. Ji wir jî sirgûnî Girtîgeha Tîpa F ya Hejmar 1 a Kocaeliyê hat kirin. Em hemû pêvajoyê dizanin. Bi erdê ve hate kaşkirin. Me wê demê ji çapemeniyê re tişta ku diqewimî vegot. Ji bo ÎHD’ê biçe, Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê biçe, lêkolîn bê kirin. Lê me Garîbe di 9'ê Kanûnê de winda kir.

Me wê demê der barê êşkenceya li dijî Garîbe de rêveberiya girtîgehê gilî kir. Biryara neşopandinê hat dayîn. Parêzerên me ev salek berê biribûn dadgeha destûra bingehîn. Pêvajo berdewam dike. Diviyabû îfadeya min di vê dosyayê de bihata girtin, lê nebû. Piştî mirina Garîbe bi hewldanên parêzerên me îfadeya min hat girtin.”

PIŞTÎ GARÎBE GIRTÎGEH JI BO ME BÛ WEKE BIRÎNEK KÛR

Asya Gezer, anî ziman ku tenê armanca wê ya ji namzetiya parlamenteriyê ew e ku li meclîsê xebatên li ser girtîgehan bimeşîne û wiha dawî li axaftina xwe anî. 

“Çar xwişk û bira em li pey hev ketin girtîgehê. Jixwe girtîgeh ji bo min cihekî taybet girtibûn. Piştî Garîbe girtîgeh ji bo me bû weke birînek kûr. Ez vê yekê tenê ji bo malbata xwe nabêjim, helbet gelek mirovên wekî me hene. Gelek hevrêyên jin ên mîna Garîbe hene. Min xwest ji bo wan tiştekî bikim. Garîbe her tim qala polîtîkayên li girtîgehê dikir. Digot, 'Em hemû rastî zextan tên, lê zextê mezin li jinan tê kirin'. Li girtîgehan dayik û pitik hene. Girtiyên nexweş hene. Ji bo ku pirsgirêka gelê me çareser bikim, ji bo feydê bidim wan û ji bo girtîgehan bixebitim, min serlêdana bernamzetiyê kir."