Astengiyên li dijî HDP û Tevgera Azadî du rûyên heman madalyonê ye!

Çalakgerên Başûrê Kurdsitanê desteserkirina şaredariyên HDP’ê şermezar dikin û li gorî Tevgera Azadî jî astengiyên li pêşiya xebatên demokrasiyê tenê li Bakur nîne, Tirkiye li Başûrê Kurdistanê jî bi rêya hikûmetê xeztan li ser aliyên demokrasiyê dike.

Çalakgerê greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger ya li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Herêm Mehmûd têkildarî dagirkeriya dewleta Tirk ji ANF’ê re axivî.

‘HINEK ALÎ NAVA HIKÛMETÊ DE PIŞTEVANIYA DAGIRKERIYÊ DIKIN’

Mehmûd destpêkê qala dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdsitanê kir û wiha got; “Dewleta Tirk ne tenê li Bakurê Kurdistan li Başûrê Kurdistanê jî dagirkeriya xwe berfireh kiriye û dixwaze Başûr kontrol bike. Ji bo vê armancê jî hinek alî û kes erkdar kiriye ku pêşengî jêre bike û di aliyê dagirkeriyê de alîkar bibe. Di nava hikûmeta Başûrê Kurdistanê de ku ji aliyê çend aliyan ve tê birêvebirin ew alî jî aligîrên dagirkeriyê ne û ji bo dagirkeriyê alîkarî dikin.”

‘BERSIVA OCALAN, BI ŞER DAN’

Herêm Mehmûd bi domdarî got; “Gelê Kurd her tim pêşengiya pêvajoya aşitî û çareseriyê dike, beriya niha Abdullah Ocalan jî gotibû amadeye ku di nava hefteyekê de şer û aloziya li navçeyê bide rawestandin û pêvajoya aşitiyê bide destpê kirin. Lê dewleta Tirk li beramberî vê helwestê şer hilbijart û niha ber bi rûxandinê ve diçe. Dewleta Tirk ti encamek ji van êrîşan xwe nagre.”

‘YEKÎTÎ DIKARE HEMÛ ÊRÎŞAN TÊK BIBE’

Mehmûd qala dagirkeriya qeyûman a li Bakurê Kurdsitanê jî kir û wiha got; “Divê gelê me bi yekîtiyê bersiva van êrîşan bide û hemû planên dijmîn têk bibe. Ji bo vê jî lidarxisitIna Kongreya Netewî girîng e ji bo ku Kurd bikare mafên xwe bidestbixe.”

‘ÊRÎŞ NE TINÊ LI ALIYEKÊ NE’

Endamê Rêveberiya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) Dr.Azad têkildarî desteserkirian şaredariyan, êrîşên dewleta Tirk û girtina ofîsên Tevgera Azadî li Başûrê Kurdistanê kir û got; “Êrîşên îro tên kirin dide nîşandan ku berê amadekariyên wê hatine kirin. Ev amadekarî tenê bi herêmê re ne sînordar e girêdana xwe bi her çar parçeyên Kurdistanê re heye. Dewleta Tirk ji helwesta Tevgera Azadî ditirsiya ji ber ku dizane Tevgera Azadî dikare kolanan bixe nava tevgerê beriya êrîşên leşkerî lidarbixe. Bi rêya hikûmeta Başûrê Kurdistanê êrîşî Tevgera Azadî kir û ofîsên wê yên li navçeyê girt.”

‘TEVGERA AZADIYÊ XETA DEMOKRASIYÊ YE’

Dr. Azad bal kişand li ser astengiyên li ser Tevgera Azadî yên ji aliyê Iraq û hikûmeta Herêma Kurdistanê ve û wiha got; “Hikûmeta Iraqê niha her roj dixwaze xwe ji bin bandoriya dewletên Rojavayî rizgar bike. Bi îradeya xwe derfet û îmkanên xwe pêş bixe. Naxwaze dewletên wek Îran û Tirkiye biryar li ser siyaseta Iraqê bide. Lê hikûmeta Herêma Kuristanê zêdetir îradeya xwe teslîmî dewletên weke Tirkiye û Îranê kiriye. Tevgera Azadiyê xeta demokrasiyê ye ji ber wê li herêmên dibin desthiltadatiya Iraqê de serbest e kar û xebat dike lê li navçeyên dibin desthilatdariya herêma Kurdistanê de ye nikare bike.”