Astengiya PDK’ê ya li ber Newrozê

Asayişa PDK’ê nahêle welatî biçin Qendîlê Newrozê pîroz bikin.

Asayişa PDK’ê ya li Qesrê û Gocarê ya Soranê, li Balekayetî û Brodostê û li Pirdê ya Hewlêrê gel dide sekinandin û nahêle ku gel biçe Newroza Qendîlê.

Ji duh ve gelek kes dixwazin ji gelek deverên Başûrê Kurdistanê biçine Qendîlê lê asayişa PDK’ê ji sê cihê kontrolê gel dide sekinandin, nahêle ku gel biçe Newrozê.

Welatiyên ku bi saetan in li cihên kontrole têne sekinandin biryarar in ku biçine Newroza Qendîlê. Welatiyên ku li cihê kontrole disekinin, dixwazin ku asayîş zû rê veke û bigihin Newroza Qendîlê.

Hêzên asayişyê yên PDK’ê dibêjin, ‘’ferman hatiye ku destûrê nedin yên ku dixwazin biçine Newrozê’ û nahêlin welatî derbas bibini.

Welatiyên ku li cihê kontrole têne sekinandin jî dibêjin, her çilo jî be ew ê tevlî Newroza Qendîlê bibin û li dijî astengkirina asayişe helwestê nîşan didin.

Par jî li heman cihên kontrolê asayişa PDK’ê nehiştibû ku welatî biçine Newrozê.