Aslan: Kes nikare dilsoziya Kurdan a bi Ocalan re qels bike

Alîkarê Hevserokên Giştî yên DBP'ê Mehmet Aslan, têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivî û got, tecrîda li ser Ocalan ragihandina şer a li dijî Kurdan e.

Alîkarê Hevserokên Giştî yên DBP’ê Mehmet Aslan diyar kir, tecrîda li ser Ocalan ragihandina şer a li dijî Kurdan e û got: "Gelê Kurd li hemû qadên jiyanê wê li dijî tecrîdê li ber xwe bide". Aslan destnîşan kir, ku kes nikare dilsoziya Kurdan a bi Ocalan re qels bike.

Aslan têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivî, ku ji 1999’an ve tecrîdeke giran a nedîtî li ser heye û ev 7 sal in nahêlin bi parêzerê xwe re hevdîtinê bike. Aslan li ser tecrîda girankirî ya ji 2011’an ve got ev polîtîkaya rizandinê ye ku li zemên berbelav kirine.

Aslan diyar kir, ji roja ku Ocalan bi komployeke navdewletî anîne Tirkiyê, li ser Ocalan tecrîdeke giran hatiye danîn û her demê jî ev bi rengekî sîstematîk sazkar kirine.

'BI TECRÎDÊ JI KURDAN Û OCALAN TOLÊ DIHILÎNIN'

Aslan anî ziman, polîtîkaya tecrîdê ya li ser Ocalan ji sala 1999’an ve ku Ocalan anîne Tirkiyeyê sazkar e, di hin deman de bi zêdebûna rageşiyê re tecrîd jî tê girankirin û got: "Dewleta Tirk bi mebesta ku ji Kurdan tolê hilîne, di şexsê Birêz Ocalan de polîtîkayên tecrîda di nav tecrîdê de bi pêş dixe û bi vî rengî jî, ji bo ku pêşengiya têkoşîneke wiha kiriye bi nêzîkatiyeke tolhildêr û kîndar nêzî Ocalan dibin."

Aslan bi domdarî bal kişande ser dijdemokratîkbûn û dijmirovbûna tecrîda li ser Ocalan û got sîstema Imraliyê ya li ser Ocalan ferz dikin 'bîreke bê binî' ye. Aslan ragihand, ji tecrîd û îzolasyona li ser Ocalan mebest ew e ku naxwazin ramanên Ocalan li nav civakê berbelav bibin û ji bo ku ramanên Ocalan di nav civakê negerin vê polîtîkaya tecrîd û îzolasyonê sazkar dikin.

'NAHÊLIN KU PARASTINA JI DMME’YÊ WERE KIRIN'

Aslan diyar kir ji sala 2011’an ve nahêlin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan parêzerê xwe bibîne û got, "Dozên Birêz Ocalan hene ku li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME)didomin. Divê ji bo van dozan parêzerê xwe bibîne û parastina xwe bike. Lê dewleta Tirk nahêle ku Ocalan parêzerê xwe bibîne."

Aslan da xuyakirin, ku nikarin weke ku girtiyekî jirêzê be an jî weke lîderekî jirêzê yê rêxistinekê be nêzîkatî li Ocalan bikin û got, Ocalan rêberê gel e. Aslan diyar kir ji bo vê sedemê jî nêzîkatiya dewleta Tirk a li Ocalan nikare jirêzê be û divê ne jirêzê be. Aslan bal kişande ser rengê girtina Ocalan û dewletên ku di vê girtinê de rola xwe lîstine û got, ev jî rola Ocalan nîşan dide û weke ku girtiyekî jirêzê be nikarin nêzîkatiyekê lê bikin.

'TECRÎD RAGIHANDINA ŞER A LI DIJÎ KURDAN E'

Aslan got, "Afirînerê têkoşîna Kurd a li hemû qadan û rêxistinkarê wî Ocalan e" û bi bîr xist ku bi milyonan mirov, bi salan in li ser vê zemînê têkoşînê didin. Aslan diyar kir biryara dewletê ya li ser Ocalan ne rasthatinî ye û AKP polîtîkaya "bi berbelavkirina li zemên kuştinê" dimeşîne. Aslan anî ziman, di şexsê Ocalan de dixwazin ji Kurdan û civakên çewisandî tolê hilînin û wiha got: "Tecrîda li ser Rêbertî, ragihandina şer a li dijî Kurdan e, ragihandine şer a li dijî mirovahiyê ye. Divê were zanîn, dewlet û hikûmeta AKP’ê bi tecrîda li ser birêz Ocalan Kurd ji rojevê derxistine û dixwazin bi vê bibêjin, 'ji bo Kurdan li vê cografyayê jiyana wekhev, azad nîn e. Li ser Kurdan wê polîtîkaya qirker û zilmê bidome'. Ji bo me maneya vê ev e. Ti maneyeke xwe ya dî jî nîn e."

'AŞTÎ BI OCALAN DIKARE WERE VAN XAKAN'

Aslan diyar kir AKP deminan dema ku tengavî dibe û şerê dijî civakê nikare bide ber çavan serî li ramanên Ocalan dide, tecrîd hinekî tê sivikkirin û got, heke aştî wê were vê cografyayê wê bi Ocalan re were.

'HEKE ÇARESERÎ TÊ XWESTIN DIVÊ TECRÎDA LI SER OCALAN BIDAWÎ BIBE'

Aslan ragihand, hevdîtinên bi Ocalan re ji 5’ê Nîsana 2015’an ve, piştî hevdîtina bi Şandeya Imraliyê re bi dawî bûye û got: "Beriya 5’ê Nîsana 2015’an pêvajoyeke hate jiyîn û di vê pêvajoyê de cenaze bi ser malan de nediçûn. Piştî vê tarîxê, piştî qutbûna hevdîtina û polîtîkaya şer a ku AKP’ê sazkar kirî gelek mirovan jiyana xwe ji dest da. Di rewşeke wiha de ku dema bi Ocalan re hevdîtin hebe şer tê astengkirin, îro kesek nikare bêaqiliyeke wiha ku bandor û diyarkariya Ocalan nîqaş bike."

Di dewama axaftina xwe de Aslan diyar kir, tecrîda li ser Ocalan bûye sedema şer û tekane rêya çareseriyê jî ew e ku tecrîda li ser Ocalan bi temamî were rakirin û rewşeke berevajî vê jî ne pêkan e.

'DEWLETA TIRK NIKARE GELÊ KURD JI OCALAN QUT BIKE'

Aslan bal kişande ser polîtîkya dewleta Tirk ku dixwaze gelê Kurd ji Ocalan qut bike û got: "Ti kesek nikare gelê Kurd ji Ocalan qut bike, gelê Kurd heta dawiyê wê li dor Rêbertiya xwe be."

LI DIJÎ TECRÎDÊ BANGA BERXWEDANÊ

Aslan bang li gelê Kurd kir ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber xwe bidin, DBP ti carî wê tecrîdê qebûl neke û divê Kurd û hemû civaka Tirkiyê li dijî tecrîdê li ber xwe bidin. Aslan got, "AKP nikare me ji Rêbertiya me qut bike" û anî ziman, li hemû qadên jiyanê ew ê li dijî polîtîkayên tecrîdê û çewisandinê bibin bersiv.