Aşê sedsalî bûye hedefa defînegeran

Li navçeya Yenîşehîr ya Amedê aşê avê yê dîrokî yê sed salî  bûye hedefa defînegeran û ji ber kolana zêde binê avahiyê bûye birka avê.

Aşê avê ku di demên borî de xwedî rol û barekî mezin bûn, niha li hemberî teknolojiyê tev têk çûne. Li taxa Benûsen ya navçeya Yenîşehîr a Amedê aşê avê yê dîrokî yê sed salî ku şûnwarekî Ermeniyan e û niha bûye hedefa defînegeran. Aşê ku bi navê ‘aşê avê yê Keşîş’ tê zanîn. Aşê Keşîş yê berî 60 salan bûye milkê bi tapo yê welatiyê bi navê Alî Çolak. Berî 15 salan Çolak jiyana xwe ji dest dide û hevsera Alî Çolak, Kezê Çolak ku bi navê tê naskirin ‘Pîra Kezê’ li aş dinêre. Piştî ku Kezê diçe li ser dilovaniya xwe û vir de aşê dîrokî dibe hedefa defînegeran û ji ber kolana zêde ya di hindirê aş, avahî bûye birka avê.

‘BERÎ 40 SALAN JÎ GENIM LÊ DIHAT HÊRANDIN’

Bûka Kezê, Ayşe Çolak, li ser aşê avê yê dîrokî ev tişt got: “Ez berî 40 salan hatim hatim di vê malê de. Wê demê aş dixebitî, xezûr û xesûya min li aş dinihêrîn. Aşê Keşîş xwedî dîrokek gelek kevn e û dîrokek ya ji demê Ermenan maye. Li gorî ku xezûrê min Alî Çolak, qal dikir digot, ‘rehmetî dayika wî bi xwe jî Ermen bûye û piştre bi zordestiya misilmanan ew bûye misilman’. Berî 40 salan jî gund, navçe û bajarên derdor dihatin genime xwe li vir dihêran. Piştî xezûr û xesûya min çûn li ser dilovaniya xwe aş jî bê xwedî man û niha bûye cihê kolanê yê degînegeran.”

‘MÎRATEYA ERMENAN’

Çolak da zanîn ku aşê Keşîş berê yê Ermenan bû û wiha got: “Ermenên ku wê demê li vir bûn ev aş ava kirin. Lê pişti ku Ermen ji ser vê axê çûn ev berhemên wan li şûna wan ma. Berî 40 salan gelek aşên avê li Amedê hebûn, lê niha li herêmê ti aş nemaye. Ev dîroka kevnar niha jî bûye hedefa defînegeran. Ji ber kolana zêde binê avahiya aş tev av girtiye û bûye weke birka avê.”