Asayîşa YNK’ê semînera KNK’ê asteng kir

Semînera KNK’ê ya ku ji bo hem salvegera damezirandina xwe û hem jî mijarên Yekîtiya Neteweyî lidar bixista, ji aliyê asayîşa YNK’ê ve hate astengkirin.

Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK), bi minasebata salvegera damezirandina xwe, bi dirûşmeya “Yekîtiya Netewî Yekrêziya Netewî” xwest ku li Silêmaniyê saet 15:30'î semînerekê bide. Semîner wê ji aliyê Mehemet Emîn Pênciwînî û Hevjîn Mele Emîn ve bihata dayîn û ji gelek derdorên cuda rewşenbîr, nûnerên partiyên siyasî, siyasetmedar ji bo tevlîbûnê hatibûn vexwendin.

Ji bo semînerê nûnerên KNK’ê serî li Parêzgeriya Silêmaniyê û asayîşa bajar dan. Lê dema ku rayedarên KNK’ê û beşdarên semînerê çûn Hola (Salona) Tawar ku wê semîner lê bihata lidarxistin, berpirsyarê salonê diyar kir ku semîner hatiye astengkirin.

Tikildarî mijarê nûnerên KNK’ê û beşdarên semînerê li pêşiya Hola Tawar daxuyaniyek da çapemeniyê. Endama Rêveberiya Rêveberiya KNK’ê Perwîn Ezîz daxuyanî da û diyar kir ku wan ji bo semînerê hemû rêyên hiqûqî bikar anîne. Perwîn Ezîz destnîşan kir ku ti pirsgirêkên hiqûqî derneketine, lê dema ji bo semînerê hatine salonê, xwediyê salonê ji wan re gotiye: “Asayîşê ji me re got derî venekin û destûr nedin ku semîner bê dayîn.”

Perwîn Ezîz da zanîn ku KNK wê di meha 10’an (Cotmeh) de kongereya xwe lidar bixe, wan jî xwestiye ku di çarçoveya amadekariyên kongreyê de, nêrîn û pêşniyaran bigirin û di vê semînerê de wê nêrîn bigirtana.

Perwîn Ezîz anî ziman ku ev astengî li ser demokrasiyê metirsiyeke û got; “Em hewl bidin ku bu muxatabaran re bi axivin û nerazîbûna xwe bînin ziman.”

Piştî daxuyaniyê kesên hatin tevlî semînerê bibin belav bûn.

KNK’ê bi heman armancê îro li Hewlêrê jî semînerek dabû.