Nûçegihanê ANF'ê li Silêmaniyeyê hate destgîrkirin: Agahî jê nayê girtin

Hêzên Asayîşê şeva bihurî rojnamevan Rêbaz Hesen nûçegihanê ANF'ê li bajarê Silêmanî destgîr kirin û heta niha agahî jê nîne.

Şeva bihurî Rêbaz Hesen ji bo amadekirina nûçeyê li ser meşa li dijî dagirkeriyê ya dewleta Tirk li bajarê Silêmanî dihate çêkirin amade bû. Lê belê ji aliyê asayîşa YNK'ê ve hate destgîrkirin.

Li ser cihê ku lê tê girtin û sedema girtina wî heta niha ti agahî nehatine bidestxistin.

Rêveberiya ANF'ê xwest tavilê Rêbaz Hesen bê berdan û got, "Divê rojnamevan neyên astengkirin ku karê xwe bikin û çalakiyan bişopînin."

ANF'ê bang li rayedaran kir ku derfetên bicihanîna pîşeyê rojnamevaniyê misoger bike û got, "Nayê qebûlkirin ku rojnamevanek di dema şopandina nûçeyê de bê destgîrkirin."

Xelkê Silêmanî bi pêşengiya Tevgera Azadî doh daket qadan û xwest êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê şermezar bike.

Lê belê Asayîşa Silêmanî dest li çalakiyê werda bû û li gorî endamê Komîteya Rêveber a Tevgera Azadî Nerîman Ehmed ji 25 heta 30 kesî hatin destgîrkirin.