Asayîşa PDK’ê pêşiya ciwanên dixwazin biçin Behdînan girtin
Meşa ciwanên Başûrê Kurdistanê li dijî xiyanet û dagirkeriyê li navçeya Koyê ya Hewlêrê ber bi Behdînanê ve dabûn destpêkirin, ji aliyê hêzên PDK’ê ve tê astengkirin.
Meşa ciwanên Başûrê Kurdistanê li dijî xiyanet û dagirkeriyê li navçeya Koyê ya Hewlêrê ber bi Behdînanê ve dabûn destpêkirin, ji aliyê hêzên PDK’ê ve tê astengkirin.
Însiyatîfa Ciwanên Başûrê Kurdistanê bi dirûşma ‘Li dijî Xiyanet û Dagirkeriyê, Werin Cenga Azadiyê’ ji Koyê heta Behdînan dest bi meşeke dirêj kir.
Bi tevlîbûna dehan ciwan û welatparêzan meş ji Parka Xwişka Firîşte ya Koyê destpê kir.
Meşa ciwanan li nuqteya kontorlê ya Hêzên PDK’ê ya Dêgele ku dikeve navbera Koyê û Hewlêrê de hate rawestandin.
Hêzên PDK’ê rê nadin ku ciwan biçin Behdînan.
Ciwan jî bi dirûşman hêzên Asayîşa PDK’ê protesto dikin.