Artêşa Tirk top avêt Bestayê, koçer mahsûr man

Artêşa Tirk li Bestayê top avêt herêma ku koçer lê hene.

Operasyona artêşa Tirk a dagirker ya li Cûdî û Gebarê ya Şirnexê didome. Artêşa Tirk top avêt herêma ku konên koçeran lê hene. Bedrî Gunbay ê li herêmê ragihand ku ji dehan zêdetir malbatan kon vegirtine û ji bo ku biçin zozanan amadekarî kirine lê artêşa Tirk topan diavêje.

‘EWLEHIYA CANÊ ME TUNE’

Gunbay ê koçer got ku, “Girê herî mezin ê li Şirnexê ev der e. Vê herêma ku em lê dijîn ne di çarçoveya operasyonê de ye, lê ji ber topan heywanên me dimirin. Nêzî 30 hezar heywanên me hene. Em gelek malbat li vê derê ne. 3 heywanên min ji ber topan mirar bûn. Gelek heywanên min jî birîndar bûn. Em debara xwe bi xwedîkirina heywanan dikin, lê dewlet wan jî dikujin. Ewlehiya canê me nema, divê êrîşên bi topan were sekinandin.”