Artêşa Tirk neçare têk biçe

Endamê Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel Amed Malazgîrt diyar kir, gerîlayên Zagrosê wê rê nedin leşkerên Tirk û got, "Yê ku bi ser bikeve em in. Artêşa Tirk neçare têk biçe."

Amed Malazgîrt encamên operasyona dagirkeriyê ya ku artêşa Tirk di 16'ê Nîsanê de li herêma Zapê da destpêkirin û asta şerê li Zagrosan ji ANF'ê re nirxand.

JI BO KARIBIN ME BIQEDÎNIN, DIVÊ GELÊ KURD BIQEDÎNE; EW JÎ NE PÊKAN E

Malazgîrt bibîr xist, ku hikumeta AKP'ê û dewleta Tirk a mêtinger ev 2 salên ji nû ve dest bi şer kiriye dibêje, 'wê biqedînin' û got, "Ew her tim dibêjin, 'em ê biqedînin'. Lê çalakiyên gerîla jî roj bi roj zêde dibin. Divê em vê ji bîr nekin; hikumeta AKP'ê di bin navê 'PKK'ê de di asta herî bilind de li dijî gelê Kurd şer dike. Zindan dagirtiye, hemû hêza xwe ya şer û teknîka xwe li dijî gerîla seferber kiriye. Nepêkan e ku me biqedînin. Fêhmkirina vê rastiyê gelekî hêsan e; ji bo karibin me biqedînin divê gelê Kurd biqedînin. Qedandina gelê Kurd jî nepêkan e."

WEZÎREKÎ WAN HEYE, BI KÎJAN FERMANDARÎ RE TÊKILIYÊ DATÎNE, EW FERMANDAR TÊ KUŞTIN

Amed Malazgîrt diyar kir, ku rayedarên dewleta Tirk di zivistana bihurî de bi rengekî ji xwe bawer daxivîn û got, "Gotin, 'Em ê heta biharê PKK'ê biqedînin. PKK wê nikaribe biharê bibîne'. Wezîrekî wan heye. Her tim diçe serdana cihên operasyonê û ji bo moralê bide leşkerên xwe yên têkçûyî, nîşan dide ku ew bi wan re ye. Diçe kîjan herêma operasyonê, serdana kîjan fermandarî dike, ew fermandar tê kuştin."

Malazgîrt çend mînak di vê derbarê de da:

"Di operasyona girê Elîşêr de serpelê ku propaganda wî hate kirin, li wî girî hate kuştin.

Di dema operasyona Ertûşê de serpelê ku li Girê Koordîne hevpeyvîn kir, rojek piştî hevpeyvînê hate kuştin.

Ji bo fermandarên operasyona Katoyê bi têra xwe propaganda kirin û gotin ku ew serketî ne. Piştre hemû ermandarên ku şerê li vir koordîne dikir, hatin kuştin.

Di operasyona biharê ya Çarçela de, serdarê ku koordîneya operasyonê dikir hate kuştin. Gotin ku ji zinêr ketiye û miriye. Lê derew e, ji ber ku yekîne bi temamî tasfiye bû. Tenê serdar û hin sûbayên pê re yên hatin kuştin, navê wan di çapemeniyê de weşandin."

PÊNGAVA ME BÛ BERSIV JI PROPAGANDAYÊN AKP'Ê RE

Malazgîrt bal kişand ser Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş a di 9'ê Hezîranê de hate destpêkirin û got, "Ev pêngav, operasyoneke li dijî tevahiya artêşa Tirk a li Zagrosan e. Di vê çarçoveyê de gelek çalakiyên biçûk û mezin hatin kirin. Me pêngav li Şemzînan, Gever, Çelê û Colemêrgê di heman demê de dan destpêkirin. Pêngav bû bersiveke mezin ji propagandayên AKP'ê re ku ji zivistanê ve dike. Gerîlayên ku li gorî wan 'wê nekarîbûya bihar bidîta' bi biharê re gelek çalakî lidar xistin."

ARMANCÊN OPERASYONÊ

Têkildarî armancên operasyona dagirkeriyê ya artêşa Tirk a li Zapê, Amed Malazgîrt got, "Du armancên xwe hebû. Ya yekemîn; xwestin ku pêşî li çalakiyên me yên li xeta Ertûşê bgirin. Xwestin xeta Koordîne, Havan û Ertûşê zexm bikin. Ya duyemîn jî xwestin bikevin nava Başûr û bi êrîşên bi balafirên şer cihên stratejîk kontrol bikin û eger karibin vê bidomînin. Bi vî awayî xwestin xwe serketî nîşanî raya giştî bidin û bêje, 'ne tenê li Bakur, li Başûr jî em dikarin însiyatîfê bi kar bînin'. Lê belê hesabên wan bi ser neket."

DI ROJÊN PÊŞ DE WÊ LI SER XETA SÎNOR ŞER GIRAN BIBE

Li gel vekişîna hêza operasyonê jî Fermandar Malazgîrt da zanîn ku di rojên pêş de bi taybetî wê li ser xeta sînor şer giran bibe û got, "Dijmin wê operasyona ku 24 rojan dewam kir binirxîne û plansaziyên nû çêbike. Wê kuştiyên xwe binirxîne û dibe ku gaveke nû bavêje. Xuya ye şerê li Zagrosan wê bi dawiya biharê re ya jî di mehên navîn ên havînê de giran bibe. Ne tenê li van herêmên operasyon tê kirin, wê li herêmên din jî rû bide Niha li qada Xapuşkê ya Govendê operasyonek hatiye destpêkirin û dixwazin sînor bigirin. Hevalên me li wir şer dikin. Ne bawerim ku ev operasyon bi ser bikeve."

YÊ BI SER BIKEVE EM IN, ARTÊŞA TIRK MEHKÛMÎ TÊKÇÛNÊ YE

Malazgîrt destnîşan kir, ku li ku di be bila bibe gerîla wê qelsiya dijmin bibîne û çalakiyan bike û got, "Mînak, duh êvarê dîsa li Geverê li dijî tîmên taybet li balafirgehê çalakî hate kirin. Wekî din li Şapatanê li konvoyê hate xistin. Gerîlayên Zagrosê wê rê nedin leşkerên Tirk. Leşkerên Tirk wê nikaribin bi hêsanî sînor derbas bikin, nikaribin bi hêsanî derbasî Başûr bibin û tevbigerin. Rîsk û berdêla xwe çi dibe bila bibe, em ê li dijî vê artêşa dagirker mêtînger di asta herî bilind de şer bikin. Em ê li çiyayên Kurdistanê, artêşa Tirk bînin asta şikandinê. Yê bi ser bikevin em in, artêşa Tirk neçar e têk biçe."

Fermandarê gerîla Amed Malazgîrt anî ziman ku pêngava wan heta niha bi rengekî serkertî didome û got, "Pêngava me wê bi çalakiyên biçûk-mezin li tevahiya Zagrosan bidome. Li gorî rewşê em ê derbasî qonaxa duyemîn bibin."

ME SOZ DAYE, EM Ê TOLA GELÊ KURD HILÎNIN

Di dawiya axaftina xwe de Malazgîrt got, "Me soz daye; em ê tola gelê Kurd hilînin. Mirovên me yên sivîl kuştin. Şirnex, Cizîr, Silopiya li pêş çavan e. Li kolanên Amedê ji 7 heta 70 salî mirovên bêparastin, bêçek kuştin. Li Geverê bi dehan welatparêz kuştin. Em jî ku zarokên vî gelî ne, em ê tola gelê xwe hliînin. Em ê ji bo Kurd û Kurdistaniyan Kurdistanê azad bikin."