'Artêşa Tirk li Zapê têk çû, hevrêtî bi ser ket'

Gerîla Cûdî qala têkçûna artêşa Tirk a li çiyayên Zapê kir û anî ziman, di berxwedana Zapê de ku bi sedan leşker hatin kuştin, hevrêtî û ruhê berxwedanê bi ser ket.

Artêşa Tirk, roja 24'ê Tebaxa 2016'an li çiyayên Zapê dest bi operasyonê kiribû. Gerîla Nûda Cûdî ku di berxwedana dijî operasyonê de cih girt, ji ajansa me re qala şerê gerîla yê li Zapê kir.

'PSÎKOLOJÎ Û TEKNÎKA WAN JI HEV KETIN'

Cûdî got, "Şervanek kesayeta xwe ya rasteqîn li qada şer nas dike. Em gerîlayên PKK'ê, haya me ji rol û mîsyona me heye. Şervanên azadiyê yên Kurdistanê li Keleha Ertûşê, bi hişmendî û berpirsyariya wezîfeyên xwe, bi bîr û baweriya serketinê şer kirin. Artêşa Tirk bi çekên xwe yên pêşketî şer kir û jê hebû ku wê bi ser bikeve. Lê berxwedana mezin a milîtanên Apoyî ya li çiyayên Zapê hesab nekiribû. Ciwanên wêrek ên bi hestên hevrêtî û dilsoziya bi azadiyê re heta mirinê li çeperên şer cih digirtin, ji nedîtî ve hat. Her ku berxwedanê dewam kir, wan jî hemû teknîka xwe xistin dewrê. Rojên ewilî nikarîbûn ji bejahî ve şer bikin. Bi rengekî bê sînor ji balafirên xwe yên keşfê, balafirên şer û çekên giran bawer dikirin. Em jî li çeperên xwe bûn û me ti carî dest ji berxwedanê bernedan."

Cûdî diyar kir, di rojên destpêkê yên şer de ew ne li Keleha Ertûşê bûn, ew hingî li Cîlo yê Biçûk bû û wiha dewam kir: "Roj bi roj em dît ku operasyon gelekî berfireh e. Ez jî piştî demeke kin çûm Ertûşê. Dijmin bi giranî li Keleha Ertûşê û girên heval lê bûn dixist. Balafirên keşfê yên bê mirov timî li ser serê me digeriyan. Her ku dijmin êrîş dikir, me jî li ber xwe dida. Dijminê ku dît em şer dikin, dest ji girên dixwest kontrol bike berdida û li hin cihan xwe vedikişand. Tevî hemû teknîk û çekên xwe yên pêşketî jî, psîkolojiya leşkerên Tirk li pêşberî şerê hêzên gerîla têk diçû."

'BERXWEDANA MERVAN Û ÇÎÇEKAN TIRS BERDA NAVA DILÊ WAN'

Cûdî destnîşan kir, di wî şerî de ku di nava şert û mercên wekhev de nediqewimî, rojekê jî wan dest ji berxwedanê bernedan û got, "Me hêviya xwe ti carî ji dest nedan. Mervanan, Çîçekan bêyî ji çeperên xwe derkevin li ber xwe dan û vê yekê hê di rojên destpêkê de tirseke mezin xiste nava dilê wan. Çîçek û bi dehan hevrêyên ciwan ên mîna wê bi hêrsa mezin a li dijî dijmin şer dikirin û qet li têkçûnê nefikirîn. Hêza ku dikir bi wêrekî bi ser dijmin ve biçe, baweriya bi serketinê bû. Ya ku ew li Keleha Ertûşê da şerkirin hezkirina wan a li welat û gelan bû. Hevrêyên Çîçek û Mervan ku digotin, 'Em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe ji bo vî welatî şer bikin û qet dest jê bernedin' dijmin belawela kir û xist nava panîkeke mezin. Keleha Ertûşê weke hedefa destpêkê danîbûn pêşiya xwe. Ji ber vê yekê êrîşeke giran lê dikirin. Destpêkê bi balafirên şer lê dan. Dûre bi helîkopterên bi tîpa Skorsky leşker danîn herêmê. Yên ku li vê kelehê şer dikirin, ne tenê leşkerên Tirk bûn. DAIŞ'ê jî li wir şer dikir. Kincê leşkeran li çeteyên DAIŞ'ê kiribûn û li kelehê didan şerkirin. Tevî vê yekê jî hevalên me ku yekîneyeke biçûk bû, her tim li ber xwe didan û bersiv didan. Li hemberî bi hezaran leşkeran, yekîneyeke biçûk a gerîla li Keleya Ertûşê li ber xwe da û kir ku bi sedan ji leşkerên Tirk bên kuştin. Heval heta kêliya dawiyê şer kirin. Destberdana ji kelehê ji bo me dihat wateya teslîmbûnê. Ji ber vê yekê, hevrêyên me yên bi lehengî heta hilma xwe ya dawî li Keleha Ertûşê li ber xwe dan, şehîd bûn. Di operasyonê de me li dijî artêşa Tirk şer nedikir, me li dijî teknîka wê şer dikir."

'ÇETEYÊN DAIŞ'Ê JÎ DAN ŞERKIRIN'

Cûdî bibîr xist, ku çeteyên DAIŞ'ê di operaysona Zapê de hatin bikaranîn û anî ziman, ji ber şer psîkolojiya leşkeran xera bû û timî leşkerên nû tevlî operasyonê dihatin kirin.

Cûdî got, "Her ku berxwedan mezin dibû, leşker ditirsiyan. Li çiyayên Kurdistanê şerê li dijî hêzên gerîla ji bo leşkerên artêşê gelekî zehmet bû. Ji ber vê yekê leşkerên di operasyonê de bûn, piştî demeke kin dihatin guhertin. Her ku dihate dîtin leşkerên li dijî gerîla şer dikin nikarin bi gerîla û psîkolojiya wan xera dibe, timî dihatin guhertin. Weke min got, piraniya yên dihatin li dijî me şer dikirin, çeteyên DAIŞ'ê bûn ya jî leşkerên bi taybetî hatibûn perwerdekirin bûn. Lê belê tevî vê yekê jî hêza wan têrê nedikir ku li hemberî me şer bikin."

'HEVRÊTÎ BI SER KET'

Di dawiya axaftina xwe de Nûda Cûdî got, "Dibe ku artêşa Tirk ketibe nava Keleha Ertûşê. Lê belê ew bi xwe jî zanin ku keleh cihekî hêsan nîne. Dizanin ku gerîla wê ti carî wan rehet bernedin. Operasyonê her tim dewam kir. Hevalan ji roja destpêkê ya operasyonê heta niha li wê derê çalakiyan lidar dixin. Îro bi pêngavên şoreşgerî yên Şehîd Nalîn Mûş û Şehîd Bedran gundikê Remo derbên giran li dijmin hatin xistin. Artêşa Tirk ku jê hebû dikare bi hêsanî bikeve nava çiyayên Zapê, li pêngavên bi bandor ên gerîla rast hat. Hemû hevalên cihê xwe di nava vê pêngavê de girtin, bi ruhê hevalên li Zapê bi destanî şer kirin, têkoşiyan. Ji ber şerê bi ruhê hevrêtî yê fedayî û lehengiyê yê gerîlayên HPG û YJA Starê, artêşa Tirk di operasyona Zapê de têk çû."