Artêşa Tirk li ser sînor ciwanek qetilkir

Artêşa Tirk a dagirker, li ser sînorê Bakurê Kurdistanê û Girê Spî ciwanekî 20 salî qetilkir.

Artêşa Tirk duh ciwanê bi navê Mueyed El-Xidir El-Bezkade (20) ê ji gundê Asil a girêdayî bajarê Girê Spî qetil kir.

Mueyed ê bikarê bazirganiyê madeyan debara malbata xwe dikir, dema hewil da derbasî Bakurê Kurdistanê bibe ji aliyê leşkerên Tirk ve hate gulebarankirin. Artêşa Tirk a dagirker piştî ciwanê bi navê Mueyed gulebaran kir ew avêtin ser sînor, şervanên YPGʹê Mueyedê ku bi giranî birîndar bibû rakirin nexweşxaneyê, lê beriya bighêje nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.