Artêşa Tirk li Pasûrê daristan da ber agir, şewat mezin dibe

Artêşa Tirk a dagirker herêmek daristanî ya li derdora Taxa Barîn a girêdayî Pasûr a navçeya Amed ê da ber agir.

Li gorî agahiyên hatî bi destxistin leşkerên Tirk, êvara Sêşema 30’ê Hezîranê operasyon li derdora Taxa Barîn destpê kir.

Leşkeran di dema operasyonê de daristan dan ber agir. Dema şewat li herêmê belav bû, destûr nayê dayîn ku mudaxele bê kirin.

Şewat 500 metre nêzî taxê bû. Bi ruxmê ku şewat ber bi Geliyê Godernê û taxê ve mezin dibe, mudaxeleya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û tîmên agirkûj ên girêdayî Şaredariya Pasûrê jî tê astengkirin. Runiştvanên taxê jî bi fikarin û dixwazin tavilê mudaxeleyî şewatê bê kirin.