Artêşa Tirk li Licê dest bi êrîşa dagirkeriyê kir

Artêşa Tirk a dagirker li bejahiya Licê ya Amedê bi dehan wesayitên zirxî û helîkpoteran dest bi êrîşeke berfireh a dagirkeriyê kir. Hate ragihandin ku şerekî giran qewimî ye.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin wergirtin, li qada Şehîd Kendal a Licê, artêşa Tirk a dagirker dest bi êrîşa dagirkeriyê kir. Hate ragihandin ku di navbera dagirkeran û gerîla de şerekî giran diqewime.

Artêşa Tirk bi helîkopteran bombeyan li qadê dibarîne. Her wiha 30 wesayitên zirxî yên leşkerî ber bi herêmê ve şandiye.

Li gorî agahiyan şerê li qadê dewam dike. Agahiyên berfireh nayên wergirtin.