Artêşa Tirk li Besta û Katoyê asê ma ye

Artêşa Tirk, ku ev 13 roj in li çiyayên Besta û Kato yên Şirnexê derketiye operasyonê, li herêmê asê ma ye.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên herêmî ji Dîhaber re ragihandin, li vê herêma ku şert û mercên zivistanê lê dewam e, leşkerên Tirk dikin nakin nikarin vekişin. Cerdevanên tevlî operasyonê bûne jî dixwazin vekişin.

Li herêmên Kato Jîrka, Kato Marînos, Gabar, Cûdî, Metîna û Bestaya ku li bejahiya navçeyên Elkê, Qileban û navenda Şirnexê ne, operasyonên ku di 18’ê Nîsanê bi awayek hemwext hatibûn destpêkirin dewam dikin. Di operasyona ku ji aliyê Fermandarê Artêşa 2. Korgeneralê Îsmaîl Metîn Temel ve tê bi rê ve birin de, zêdetirî 3 hezar leşker û 200 cerdevan cih digirin. Sewqiyata leşkerî ya ji bo operasyonan dewam dike.

SEWQIYAT DEWAM DIKE

Di rojên dawî de gelek tîmen taybet ên leşker (JOH) ji bo operasyonên herêmê, bi balafirên anîn Balafirgeha Şerafettîn Elçî ya li Hezexê. Li gor agahiyên hatine bidestxistin, gelek tîmên taybet ên sewqî 23'emîn Tumena Cendermeyan a Sînor a Şirnexê hatin kirin jî beşdarî operasyonan dibin. Her wiha ji bo cihên operasonan sewqiyata gelek helîkopterên leşkerî jî hatine kirin. Hat zanîn ku, gelek cerdevanên ku ji bo operasyonan gazî wan hatin kirin jî beşdariya operasyonan qebûl nekirine. 

DIXWAZIN LÊ NIKARIN XWE VEKIŞÎNIN

Ji ber ku hemû herêm ji aliyê walitiyê ve, bi destpêkirina operasyonan hat qedexekirin ji herêman agahiyên zelal nayên bidestxistin. Lê belê çavkaniyên nêzîkê herêmê ne ragihandin ku, gelek cerdevanên beşdarî operasyonan dibin xwestine paş ve bên. Her wiha hat îdiakirin ku, leşkerên li herêmên Kato Jîrka û Bestayê ku di şert û mercên zivistanê de ketine nav operayonê, ji ber rîska sekvanan û ketina kemînê nikarin xwe paş ve vekişin. 

Her du herêm hîn jî ji aliyê obus û topên qereqolên derdorê ve tên bombebarankirin û her wiha ji aliyê helîkopteran ve jî tên gulebarankirin. Bi taybetî danê şevê jî balafirên şer herêmê bombebaran dikin. 

Li navçeya Silopiyayê ya ku ji bo operasyona derveyî sînor ji aliyê rayedarên hikumetê û çapemeniya wê ve her tim di rojevê de ye, liv û tevgerek zêde xuya nake. Lê belê li navçeya ku li ser sînorê Başûrê Kurdistanê ye û bi sedan tank lê hatine bicihkirin hîn jî sewqiyata çekên giran çêdibe.