Artêşa Tirk li bejahiya Pasûrê dest bi operasyonê kir

Artêşa Tirk li bejahiya gundê Eskar û herêma Şênê yên Pasûrê dest bi operasyonê kir.

Li zozanên Şênê û gundê Eskar ê navçeya Pasûrê ya  Amedê, operasyona leşkerî danê sibehê dest pê kir.

Yekîneyên artêşa Tirk a dagirker bi helîkopteran ji Tabûra Komando ya Leşkerî ya Pasûrê sewqî herêma operasyonê hatin kirin.

Helîkopteran destpêkê li gir reşandin û piştre leşker daxistin.

Agahî nehate bidestxistin ku li herêmê şer qewmieye yan na.

Hat diyar kirin ku leşkeran bi ser gomên herêmê de girtine û lêrgerîn pêk anîne.

Liv û tevgera helîkopteran a bi operasyona leşkerî re dewam dike.