Artêşa Tirk ji ber çalakiyên gerîla nema dikare xwe bilivîne

Leşkerên artêşa Tirk ên di operasyona herêma Xeregol a Zapê de ne, ji ber çalakiyên gerîla qedemeyekê bi paş ve çûn. Çalakiyên gerîlayên HPG’ê yên li dijî artêşa Tirk didomin.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanên me yên Zapê dane artêşa tirk di operasyona Xeregolê de qedemeyekê bi paş ve vekişiya. Leşkerên ku nikarin bi pêş ve biçin, ji herêma li pêşberî Çayirli Toplu Karşisi ya ku operasyonê nû li wir dest pê kiribû û leşker danîbûn wir, qedemeyekê bi paş ve vekişiyan, li herêmê tevgera hewayî didome.

Her wiha duh sibehê saet 09.00’an gerîlayên HPG’ê çalakiyeke bi roketavêjê li dijî qereqola Girê ya Çelê kirin. Di çalakiyê de nêzî 20 rokêt hatin avêtin, di qereqolê de şewat derket. Diyar nebû bê ka çend leşkerên Tirk hatin kuştin û birîndar bûn.

Gerîlayên HPG’ê li dijî leşkerên Tirk ên li herêma Barzanê ya Tepê Xwedê bi cih bûne duh saet 13.00’an çalakiyek kirin. Gelek hawan û rokêtên katyûşa li gir ketin, çend hatin kuştin û birîndar bûn diyar nebû.

Piştî çalakiya gerîlayên HPG’ê artêşa Tirk qada Mam Reşok a Avaşînê, bi desteka balfirên keşfê dane ber obûs û hawanan.

OPERASYONA KU 15’Ê COTMEHÊ DEST PÊ KIRÎ VEKIŞIYA

Her wiha 15’ê Cotmehê artêşaTirk li Qumaro a Şemzînanê li dijî operasyona ku bi tevlêbûna gelek tîmên taybet û qorîciyan dest pê kirî gerîlayan çalakiyek kirin. Teqemeniyên ku berê li bejahiya Beransor a Tepê Sor hatin danîn bi leşkeran de hatin teqandin. Diyar nebû bê ka çend leşker hatin kuştin û birîndar bûn. Operasyon 17’ê Cotmehê saet 17.00’an vekişiya. Li herêmê tevgera hewayî didome. Artêşa Tirk bi balafirên şer duh piştî nîvro saet 15.00’an Çemço bombe kir.