Şerê li Dirbêsiyê di navbera şervanên YPG/YPJ′ê û artêşa Tirk a dagirker de qewimî, didomin. Artêşa dagirker 6 topên hawanan avêtin herêmê, topek li nêzî bajarê Dirbêsiyê, 4 li gundê çetelê û yek jî li gundê Kerbetilî yê başûrê Dirbêsiyê ketin. Her wiha 2 top jî, gundê Eradê yê 30 km dikeve rojavayê Dirbêsiyê û girêdayî bajarê Serêkaniyê ye, ketin.
Şêniyên gundê Çetelê ji ber topbarana artêşa Tirk, xwe disipêrin herêmên bi ewle.
Artêşa Tirk dem dem topan davêje herêmê û şervanan ji bo selametiya welatiyan, rêya di navbera Dirbêsiyê-Serêkaniyê de, ji bo çûn û hatinê hate girtin.