Artêşa Tirk êrîşê dibe ser Efrînê, YPG bersivê dide
Artêşa Tirk a ku duh êrîş bire ser Qereçox a Dêrikê û Şengalê îro jî êrîş bire ser Efrînê. Piştî ku YPG’ê bersiv da, şer derket.
Artêşa Tirk a ku duh êrîş bire ser Qereçox a Dêrikê û Şengalê îro jî êrîş bire ser Efrînê. Piştî ku YPG’ê bersiv da, şer derket.
Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine wergirtin, artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran û topan êrîşê dibe ser gundê Firfirkê yê bi ser navçeya Raco a Efrînê de. Şervanên YPG’ê jî bersiv didine êrîşên artêşa Tirk.
Têkildarî encamên êrîşên ku hê jî berdewam dikin hê agahiyeke zelal nehatiye bidestxistin.
Êrîşên sîstematîk ên artêşa Tirk ên bi ser gundên Rojava de bê navber didomin.