Artêşa Tirk êrîş kir, daristan şewitîn

Piştî operasyoan artêşa Tirk a li Qislê û Pîlêmûriyê şer û şewata daristanê dest pê kir.

Piştî sewqiyata leşkerî ya artêşa Tirk a ji bo bejahiya di navbera gundê Zaxge a bi ser navçeya Pîlemûriyê ya Dersîm û gundê Deşt a bi ser navçeya Qislê ya Dersimê şerê dijwar rûda.

 

Piştî êrîşa hewayî ya helîkopterên 'Kobra'  li herêma bejahiya gundên Deşt û Zaxge de agir bi daristanê ket. Operasyona li herêmê berdewam dike. Hat hînbûn ku ji qereqolan topên hewanan tê avêtin û şewata li daristanê berfireh bûye.