Artêşa Tirk êrîş kampa Robar kir: 4 sivîl birîndar bûn

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê vê carê dest bi topbarana kampa Robar a li gundê Basilê kirin, di encama topbaranê de 4 welatiyên sivîl birîndar bûn.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ku li bajarê Ezazê bi cih dibin, topbarana li ser herêma Vîllat El-Qadî ya girêdayî navçeya Şera didomîne û vê carê jî dest bi topbarana gundên Merenaz û Beylûniye yên navçeyê kir.

Li gorî Ajansa ANAH'yê di êrîşê de 4 sivîl birîndar bûne.

Piştî van êrîşan jî artêşa dagirker topên hawanan avêtin kampa Robar a li gundê Basilê ya navçeya Şêrawa. Ji ber topbaranê, koçberan ji bo parastina zarokên xwe, berê xwe çolê.

Seroka Desteya Karûbarên Civakî Erîfe Bekir a ku agahî da ajansê diyar kir ku di encama topbarankirina çeteyên girêdayî dewleta Tirk de 4 sivlîl birîndar bûne.

Topbarana li ser van herêman didome.