Artêşa Tirk Efrîn FM’ê bombe dike!

Artêşa Tirk êrîşên dagirkeriyê didomîne. Avahiya Efrîn FM hate bombekirin.

Artêşa Tirk ev du roj in bi topan li gundê Firfirk, Qere Baba, Girê Heşkerî, Maşako, Binirk, Meydana Ekbes û Şenlikiyê, Çeqela Jor û Mele Xelîl dixe. Şevê dî êrîşên xwe yên dagirkeriyê berfireh kir û li gundê Heman ê Cindirêsê xist.

Artêşa Tirk saet 23.30’an bi tang û çekên giran li gundê Hemanê xist. Di êrîşê de ku heta sibehê dom kir, 20 top li gund ketin.

Êrîşên artêşa Tirk ên bi ser çapemeniya azad de jî didomin. Piştî êrîşa bi ser radyoyên Çira û Rojava de Efrîn FM a li navçeya Siyê jî kire hedef. Weşana radyoyê ji ber sedema êrîşên topan rawestiya.

Her wiha artêşa Tirk li pêşberî gundê Kirdo ê navçeya Bilbilê 5 tang û 3 zerîpoş danîn.