BI DÎMEN

'Artêşa Tirk çiqasî xera bike em ê jî ava bikin'

Êzidiyên li Şengalê bexçeyê ku ji aliyê balafirên şer ên artêşa Tirk ve hate xerakirin, ji nû ve çêkirin.

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker, roja 25'ê Nîsanê bombe li çiyayê Şengalê barandibûn. Ev bomberdûman li Geliyê Kersê û li Bexçeyê Rêber Apo hatibû kirin. Li vî bexçeyî al û wêneyên şehîdên Şengalê daliqandî bûn. Gelê Kersê jî di heman demê de cihê berxwedanê yê roja fermanê ye. Êzidiyên li Şengalê çûn Bexçeyê Rêber Apo û bexçe paqij kirin.

Welatiyê bi navê Hisên Şêx Nayîf diyar kir, ew hatine ji bo paqijkirina bexçe û got: "Balafiran li Bexçeyê Rêber Apo, Qahê, radyo Çira Şengal û Amûd xistin. Li Qahê sivîlekî jiyana xwe ji dest da. Me jî got li hember van êrîşên hovane yên dewleta Tirk, cihê mîna bexçê lê dane em paqij bikin û ji nû ve ava bikin. Ji ber ku di Bexçeyê Rêber Apo de wêneyên hevalên şehîdên me hene. Zirarek wisa mezin negihiştiyê, çend cih xirabûne. Em jî wan çêdikin. Eger sed carên din êrîş bikin û xera bikin, em ê hîn cihê xwe yên pîroz baştir çêbikin. Ev êrîşên ku têne kirin karekî şaş e û ne rast e. Ev lêxistina balafiran ji bo Erdogan û hevalbendên wî re şerm e. Ev êrîşên ku dikin, em wan şermezar dikin."

Nayîf di dawiyê de ev bang kir: "Banga me ji hemû gelan û dewletên navneteweyî ku mafê mirovan diparêzin heye; nehêlin carek din ev balafirên şer ên artêşa Tirk êrîşê me bikin." 

Welatiyê Êzidî ya bi navê Sivyan Newaf jî got, "Her çiqas ew êrîş bikin û xera bikin jî em ê dîsa çêbikin. Ev bexçe bi navê Serok e, ew Serokê me ye, bexçeyê Şehîdan e, ew rûmeta me ne. Ev wêneyên li vir hatine daliqandin, wêneyên wan hevalên şehîd ên ku li ber axa pîroz a Şengalê şehîd bûne. Ev jî ji bo me rûmetek mezin. Bi çi şeklî êrîşê me bikin, bi leşkerî be û bi çi cûreyê din be em ê li ber xwe bidin û axa xwe ya pîroz biparêzin. Ji 3'ê Tebaxa 2014'an heta roja îro berxwedanek mezin tê kirin. Ji roja fermanê heya îro êrîşî me dikin. Ti carî bê bersiv nemane û ti caran bê bersiv namînin jî. Êrîşên PDK'ê, çeteyên DAIŞ'ê û MÎT'ê yên 3'ê Adarê 2017'an ew ê jî bê bersiv nemîne. Heyanî em sax bin em ê ti carî bê bersiv nehêlin. Ew çi çiqasî êrîşê me bikin em ê bê bersiv nehêlin." 

Jina Êzidî ya bi navê Edûl Xwedêda diyar kir, ku dewlata hov a Tirkiyeyê ev cihên wan ên pîroz bi rengekî hovane bombe kiriye û got: "Ez jî weke dayikeke Êzidî bi malbata xwe ve hatime paqijiya vî cihê pîroz bikin. Ma çi heqê wan li me heye. Em dizanin ê ku piştgiriya van êrîşa dikin kî ne û em dizanin şûr ji ku ve li me dikeve. Ev cih Bexçeyê Rêber Apo ye û wêneyê hevalên şehîd tê de hene. Em ji wan hêzên desthilatdar re qebûl nakin ku van êrîşan li ser me didin meşandin. Di van êrîşên hovane de ciwanê bi navê Sivyan bi ciwaniya xwe hate qetilkirin. Wekî din, hê dayika wî di destê çetên DAIŞ de ye. Îro bi hezaran Sivyan hene, em hemû jî dayikên Sivyan in. Em ti carî dev ji doza şehîdên xwe bernadin. Em hatine bexçeyê xwe paqij bikin. Bila hêzên desthilatdar ji xwe re nebêjin me xira kir, ew êdî nikarin çêbikin." 

Edûl Xwedêda axaftina xwe wiha domand: "Bila ji bîr nekin, em ê ji berê baştir Bexçeyê Serokatî çêbikin û heya dilopek xwîn di canê me de hebe, em ê ti carî dev ji şopa şehîdê xwe bernedin. Her wekî êrîşa ku di 3’ê Adarê  de leşkerên Tirk û çeteyên PDK’ê anîn navbera Xanesorê û Sinûnê wê demê jî bi şeklekî dij mirovahi keç û xortên me yên ciwan mîna Çiya, Nazê, Nûjiyan û çend kesên din şehîd xistin. Hîna cenazeyên zarokên Êzidiyan li kolanên wan gundan dene û heywanan goştên wan xwarine. Ew kesê ku îro dibêje 'bila PKK ji Şengal derkeve', ew kes in ku îro bi sedan zarok, ciwan û dayikên me di destê çeteyê DAIŞ'ê de hiştin."

Dayika Edûl Xwedêda bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Piştî PKK'ê Şengal bi xwîna xwe rizgar kir, dema bi hezaran pêşmerge bi erebên xwe ve reviyan, 12 gerîlayên PKK'ê rê li ber komkujiya mezin girtin. Yên ku ji Şengalê reviyan îro hatine dibêjin 'Şengal a me ye'. Em vê qebûl nakin. Şengal a civaka Êzidî ye. Bila ti kes careke din ji lîstikên PDK'ê bawer neke. Bila dev ji axa pîroz a Şengalê bernedin. Kesê ku dibêje ez Êzîdî me, pêwîste xwedî li Şengal derkeve."