Artêşa Tirk Binarê Qendîl bombe kir: 4 gundî birîndar bû, 3 mal rûxandin

Artêşa Tirk a dagiker duh şev bi balafirên şer Binarê Qendîl bombe kir. Di bomberdûmanê de 4 gundî birîndar bûn, 3 mal jî hatin hilweşandin; gelek lawir jî telef bûn.

Artêşa Tirk a dagiker gundên Sinemok û Sergelê yên Binarê Qendîlê bombe kirin.

Li gorî agahiyên hatin girtin, di bomberdûmanê de welatiyên sivîl ên binavê Awat, Kakesûr, Uzêr û Mam Ebdullah birîndar bûne, 3 mal hilweşiyane û gelek lawir jî telef bûne.

Ji gudniyê Binarê Qendîlê Mihemed Xidir diyar kir ku li gel hilweşîna 3 avahiyan, gelek ziyan bi malên sivîlan, bax û baxçeyan ketiye.