Artêşa Tirk bi helîkopter û balafiran êrîş kir

Balafir û helîkopterên şer ên artêşa Tirk bombe li gelek deveran barandin. Ji ber êrîşê zerar li hêzên gerîla nebû.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser êrîşên hewayî yên artêşa Tirk daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "6'ê Sibatê saet 13:30'î balafirên şer ên artêşa TC a dagirker qada Gundê Filleha ya herêma Zê, Girê Amediyê yê navçeya Amediyê ya Duhokê, 5'ê Sibatê saet 15:30'î qada Çiyayê Reş a herêma Zê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kirin.

6'ê Sibatê saet navbera 20:00-21:00 helîkopterên êrîşê yên bi tîpa Kobra yên dagirkeran, bombe li derdora qadên Mahîr Mîrzo, Şelale û Birçela yên navçeya Çelê ya Colemêrgê barandin.

Ji ber êrîşên artêşa TC a dagirker tiştek bi hêzên me nehatiye."