Arteşa Tirk agir berda herêmê, gundî jî hewl didin vemirînin

Li herêma Omeryanê ya navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê, ji ber operasyona artêşa Tirk ku şer lê qewimî şewat derket. Ji ber ku destûr nayê dayin ku arkuj şewatê vemirînin, gundî ketin nava liv û tevgerê ku şewatê vemirînin.

Li bejahiya gundê Çalê yê herêma Omeryanê ji ber operasyona artêşa Tirk şer derket û piştre şewat li herêmê derket.

Şewat piştre belav bû û gihîşt heta derdora gundên Xerabê Bawa, Stilîlê, Zivingê û Kurikê Stilîlê.

Arkujên ku ji bo vemirandina şewatê bi rê ketin, bi îdîaya "ewlekariyê" destûr ji wan re nehate dayin.

Ji ber vê yekê gundî ketin nava liv û tevgerê. Nêzî 10 dilxwaz jî tevî gundiyan ji Nisêbînê bi rê ketin û hewl dan şewatê vemirînin. Li gorî agahiyên ji herêmê hatin wergirtin, heta niha 200 donim qada daristanî şewitiye.

Endamên Rêxistina DBP'ê ya Nisêbînê jî çûn herêmê û bi gundiyan re hewl dan şewatê vemirînin.