Artêşa Tirk a dagirker çeperên berxwedanê bombe kir

Artêşa Tirk a dagirker careke din çeperên berxwedanê yên Herêma Parastinê yên Medyayê bombe kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê der barê êrîşên artêşa Tirk a dagirker de ev daxuyanî da:

“Li herêma Zapê;

Di 4’ê Gulanê saet 09.00-12.00’an de artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran êrîşî Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî kir. Hêzên me yên YJA Starê ji bo xweparastinê li dagirkeran dane.

Di 4’ê Gulanê de dema ku dagirkeran hewl dan çepera me ya berxwedanê ya li Sîdayê hilweşîne, hêzên me li dagirkeran dan û dagirkerek hate kuştin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

Di 4’ê Gulanê de Qadên Berxwedanê yên Girê Bahar, Girê Cûdî, Girê FM û Girê Amediyê û derdora gundê Sêgirê 6 caran bi balafirên şer hatine bombekirin.

Di 4’ê Gulanê de Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî, Girê FM û Girê Amediyê û çeperên me yên berxwedanê yên li Sîdayê 21 caran bi obus, tank û çekên giran hatine bombekirin.”