Artêşa Tirk a dagirker bi çekên qedexekirî êrîş kir

Artêşa Tirk a dagirker çeperên berxwedanê yên li qada Sîdayê di 8'ê Nîsanê de carekê bi çekên qedexekirî bombe kir. Ji bejahî û hewayî ve jî 85 caran êrîş kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev agahî dan:

"Li herêma Zapê;

8'ê Nîsanê saet di 06:00 û 11:00 de artêşa Tirk a dagirker êrîş bir ser çeperên me yên berxwedanê yên li Sîdayê. Hêzên me ji bo xwe biparêzin bersiv dan û 2 caran şer qewimî.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi çekên qedexekirî;

8'ê Nîsanê çeperên me yên berxwedanê yên li Sîdayê carekê bi çekên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

7'ê Nîsanê Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 2 caran bi balafirên şer hate bombekirin.

7 û 8'ê Nîsanê li Metînayê li Girê Şehîd Piling û derdora gundê Tirvanişê, Qada Şehîd Viyan, Girê FM, Saca, Çemço û Sîdayê çeperên me yên berxwedanê 83 caran bi helîkopterên êrîşê, obus, tank û çekên giran hatin bombekirin."