Artêşa Tirk a dagirker 52 caran êrîş kir

Artêşa Tirk a dagirker qadên berxwedanê carekê bi çekên qedexe, 4 caran bi balafirên şer û 47 caran jî bi obus, hewan, tank û çekên giran bombe kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniyê de ev tişt diyar kirin:

"Li herêma Zapê;

22’ê Nîsanê saet 14.10’an artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran êrîşê Qada Berxwedanê Girê Cûdî kir. Hêzên me ji bo parastina xwe bersiv dane û di encamê de şer qewimî.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker bi çekên qedexe pêk anîn;

22’ê Nîsanê çeperên me yên li Sîdayê bi çekên qedexe carekê hatin bombekirin.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker pêk anîn;

22’ê Nîsanê Girê Cûdî û Qadên Berxwedanê yên Girê Amediyê û derdora gundê Sêgirê yê li Qada Berxwedanê Girê Amediyê bi balafirên şer 4 caran hatine bombekirin.

21 û 22’ê Nîsanê Qadên Berxwedanê Girê FM û Girê Cûdî û çeperên me yên berxwedanê yên li Sîdayê 47 caran bi obus, hewan, tank û çekên giran hatiye bombekirin."