Artêşa Tirk a dagirker 32 caran êrîş kir

Artêşa Tirk a dagirker 32 caran ji hewayî û bejayî Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev agahî parve kir:

“Herêma Zapê;

Di 21’ê Nîsanê de di navbera saet 10.00 û 14.30’an de artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran êrîşî Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî kir. Hêzên me yên YJA Starê ji bo parastina xwe bersiv dan van êrîşan û di encama şerê ku derketiye de pergalek kamera ya mobesse hate rûxandin.

Herêma Metîna;

Di 20’ê Nîsanê saet 15:30 de artêşa dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran êrîşî Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî kir. Hêzên me ji bo xweparastinê bersiv dan û di encamê de şer derket.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker pêk aniye;

Di 20, 21 û 22’yê Nîsanê de derdora gundê Şelazê yê herêma Metîna û gundê Sêgirê yê Qada Berxwedanê ya Amêdiyê 6 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

Di 20 û 21’ê Nîsanê de Qadên Berxwedanê yên Girê Bahar, Girê FM û Girê Cûdî 26 caran bi tank û çekên giran hatin bombekirin.”