Artêşa Tirk a dagirker 28 caran êrîş kir

Artêşa Tirk a dagirker 2 caran bi helîkopteran, 9 caran jî bi balafirên şer bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barand. Ji bejahî ve jî bombardûmaneke giran li qadê kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek da. Daxuyanî wiha ye:

"Li herêma Metînayê;

29'ê Nîsanê li Metînayê, artêşa Tirk a dagirker êrîşî hêzên me kir. Hêzên me ji bo xwe biparêzin bi çekên giran bersiv dan.

Li herêma Zapê;

1'ê Gulanê saet di 08:20'î de artêşa Tirk a dagirker li Girê Cûdî bi çekên giran êrîş kir. Ji bo xweparastinê hêzên me jî bi çekên giran bersiv dan.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

29'ê Nîsanê, 1 û 2'ê Gulanê Qadên Berxwedanê yên Girê Çarçêl, Girê Amediyê, Girê Şehîd Pîrdogan û Girê Cûdî tevî qada Deşta Kafya ya Garê 9 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

29, 30'ê Nîsanê û 1'ê Gulanê derdora gundê Tirvaniş ê Metînayê, Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî, Girê Fm û Girê Amediyê, çeperên me yên li Çemço û Sîdayê 2 caran bi helîkopterên êrîşê, 15 caran jî bi obus, tank, hawan û çekên giran hatin bombekirin.

Dagirkeran li Sîdayê hewl dan bi kepçeyan çeperên berxwedanê hilweşînin."