Artêşa Tirk Şehîdgeha Gulan û Simko hilweşand
Balafirên artêşa Tirk a dagirker duh bi şev bombe li Şehîdgeha Şehîd Gulan û Şehîd Simko ya li gundê Maradû yê Qendîlê barandin. Ziyanek mezin gihişt gorên şehîdan û muze bi temamî hilweşiya.
Balafirên artêşa Tirk a dagirker duh bi şev bombe li Şehîdgeha Şehîd Gulan û Şehîd Simko ya li gundê Maradû yê Qendîlê barandin. Ziyanek mezin gihişt gorên şehîdan û muze bi temamî hilweşiya.
Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker duh şev gundên Maradû, Best û Alye Reş ên girêdayî bajarokê Jaraw yê navçeya Qeladiz a Başûrê Kurdistanê di saetên şevê de bomberdûm kirin.
Di êrîşa duh şev de Şehîdgeha Şehîd Gulan û Şehîd Simko hatin bombe kirin. Di êrîşê de ziyaneke mezin gihişte kêlan, muzeya li nava şehîdgehê ku wêne û bîranînên şehîdan li nav bû bi temamî hate rûxandin.
Ziyanek mezin gihişte darên li şehîdgehê û qada ji bo kesên dihatin serdana Şehîdgehê jî hatiye hilweşandin. Di êrîşa bombeyî de Pirtûka Pîroz Qûran û pirtûkên din belavî derdor bûne.
Artêşa Tirk adagirker jî mîna DAIŞ’ê li Efrîn û beriya wê jî li Bakurê Kurdisanê gelek Şehîdgeh bombe kiribûn, duh jî Şehîdgeha Şehîd Gulan û Şehîd Simko kirin hedef û goristan hilweşand.
Di encama bomberdûmana balafiran de ziyan gihişte baxçe û zeviyên gundiyan jî.