'Artêşa me ji bo me bû weke nan û av'

Ji gerîlayên ku tevlî pêngava 15'ê Tebaxê bûn Gurcan Korkmaz qala pêngavê û girîngiya wê kir.

Gerîlayê HPG'ê Gurcan Korkmaz ku yek ji wan gerîlayan bû tevlî Pêngava 15'ê Tebaxê bû, bi wesîleya salvegera 35'an qala pêngavê kir.

Korkmaz di destpêka axaftina xwe de qala girîngiya vê pêngavê kir û got; "Ev pêngav di destpêkê de li Bakurê Kurdistanê hat destpêkirin. Em eger di warê cografîk de lê meyze bikin, cihê ku pêngav lê hatiye destpêkirin li navenda her çar perçeyên Kurdistanê ye û armanca pêngavê jî bi xwe ewe, ku li her devera Kurdistanê bi cih bibe. Di dîroka me de cara yekeme pêngavek wiha bi hemû aliyên xwe yên siyasî, leşkerî, îdeolojî, bi kûrbûna zanistî rastiya xwe bi bandor çalak dikin."

Korkmaz bal kişand ser sedema pêngava 15'ê Tebaxê û got, "Eger em bixwazin sedema vê pêngavê bilêv bikin divê em faşîzma 12'ê Îlonê ji bîr nekin, ji ber ku di dîrokê de wek gûşt û hestî bi hev re girêdayîn. Di wê demê de êşkence û zilma dewleta Tirk li gelê me zêde bû. Wekî din berxwedaniya 14'ê Tîrmehê bi pêşegtiya heval Mazlum Dogan hat destpêkirin, bû yek ji sedema destpêkirina vê pêngavê. Dîroka me bi hev re girêdayî ye, em nikarin bûyerekê ji ya din qût nîne. Rojekê ez li gel heval Egîd bûm, heval Egîd ji şêniyekê re got: 'artêşa me ya Kurdan ava bû ye, lê neçe ji kesekê re nebêje', min ji heval Egîd pirsî, çima te wisa kir. Heval Egîd got; yê niha biçe ji xelkê gundê xwe re bibêje û yê belav bibe. Bi vê şêwazî pêngava me belav bû."

'EV ŞER WÊ TEQEZ BI SER BIKEVE'

Gurcan Korkmaz bal kişand ser şêwazê mezinbûna pêngava 15'ê Tebaxê û got, "Ji destpêka pêngava 15'ê Tebaxê heya roja îro şerê ku tê meşandin pir bi zehmetî û berdêlên mezin hate meşandin û hîna jî wiha ye. Ji ber bingehê wê rast hate destnîşankirin. Ev şer wê teqez bi ser bikeve. Li dijî neyaran me şerekî partîzanî meşand. Ji ber pêngavek nû bû, ji bo wê wate û girîngiya wê ji bo hebûna Kurdan pir mezin bû. Ji bo wê her hevreyekî ku nava wê pêngavê de, haya xwe jê hebû ku ev gav bi têkoşînê bibe wesîleya azadiya Kurd û Kurdistanê. Berî îlankirina pêngavê, heval kom bi kom dihatin perwerdekirin. Ji ber ku derfetên me tune bûn. Di dema amedekariyê de du heval hatin perwerdekirin, li pey wê her çû zêde bû. Her hevalek di wê pêngavê de bi serê xwe fikrek bû, ji ber ku şerê ku hatibû meşandin hêzek pir mezin dabû me bi taybetî pêşkêşî gelê Kurd kiribû. Wê hêz û baweriyê jî bi me re di warê hevaltî û jiyana me de bedewiyên pir mezin afirandibû. Me hêza xwe ya herî mezin ji gelê xwe wergirt, her wiha gel jî ji vê pêngavê hêz û baweriyeke mezin wergirt. PKK û Gel  bi hev hene."
 
BINGEHA SERKETINÊ

Korkmaz diyar kir ku bê bawerî mirov nikare gavekê jî bavêje û got; "Dema yekemcar me li hember dewleta Tirk şer kir me dît ku heger tu lê bidî dewleta Tirk dibe pisîk, heger tu lênedî dibe mara reş, ji ber vê baweriya me, bi hêza me, gelê me û bi çiyayên Kurdistanê yên bi heybet hebû hîna jî wihaye. Ji roja hebûna Kurdan, dewletên deshilatdar her dem Kurd kirin qurbanê şer û li ser pişta me Kurdan bûne mirov. Ji ber wê ev pêngav ji bu parastina mafê Kurdan ye û li ser vê mijarê Rêberê me digot 'Kurdan heqê tu kes negirtine û êrîş li ser kesekê nekirine tenê xwe diparêzin'. Biryardariya Rêberê me ya ji şerê çekdarî ew bû ku, weke gelê Kurd bikaribin xwe biparêzin, ji ber di nava rûpelên dîrokê de dîrok, çand, ziman û hebûna me neyên wendakirin. Em ji nirxandinên Rêberê xwe dest pê dikin û ji rewşa berî pêngava vejînê û piştî wê dinêrin û digihêjin wê encamê kû heya em digihêjin armancên xwe, tekoşîna şerê çekdarî weke nan û av ji bo me pêwiste.” 

Gurcan Korkmaz di dawiya axaftinên xwe de qetliyama Şengalê bi bîr xist û got, "Li Şengalê qetliyam çêkirin heger şervanên azadiyê bi hewara wan neçûban wê rewş ji ya niha xerabtir bûya. Lê belê gelê me yê wir jî bi saya PKK'ê niha dîsa li Şengalê dijî û ne tenê ew êdî wan bi xwe jî hêzên xwe yên YBŞ û YJŞ avakirine. Ew dikarin xwe biparêzin.

Ji bu qezenckirina şer pêwîste gel û artêşa xwe bi hev re rabin. Bi taybetî divê gel rabe. Mezinbûna Şoreşa me li her çar perçeyên Kurdistanê bingeha wê, pêngava vejînê ya 15'ê Tebaxê ye. Ji bo em xwe dî li Rêberê xwe li şehidên xwe û li gava despêkê ya vejînê derbikevin divê gel û gerîla bi hev re bi xurtî têbikoşin. Bi vî rengî wê serketin ya me be."